Pence: Îranê ferman da grûpên çekdar ên li Iraqê

09-01-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran Mike Pence
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Serokê Amerîkayê ragihand ku zanyariyên îstîxbaretî gihiştine ber destê wan ku Îranê ferman daye grûpên milîs ên li Iraqê ku êrişî binkeyên Amerîkayê yên li wî welatî nekin.

Mike Pence, Cîgirê Serokê Amerîkayê, di dîdareke li gel televîzyona CBS News a Amerîkî, ragihand wan peyama xwe dane Îranê û hêvîdar in ku ew peyam bigihije cihê xwe.

Pence, li ser pirsa, ‘Gelo Amerîka dê çi bike, eger Îran li ser şerê bi wekalet û kiryarên xwe berdewam be?’ got ku Îran ev zêdetirî 20 sal e sponsoriya terorê dike û ragihand, “Lêbelê Amerîka berdewam dibe di rûbirûbûna Îranê bi wî şêweyê ku Trump destpêka destbikarbûna îdareya xwe de encam da.”

Derbarê stratyejiya Amerîkayê li hember Îranê di pêşerojê de, Pence amaje bi wê kir, Amerîka ne li pey guhertina rejîma Îranê ye û dixwaze rejîma heyî helwesta xwe biguhere.

Duh, piştî êrişa mûşekî ya Îranê, Pentagonê ragihandibû ku Îranê bi mebest hêzên Amerîkî nekirine armanc. Li ser vê mijarê jî Pence got ku wan li gor zanyariyên îstîxbaretî wan hêzên xwe veguhastibûn û asta bergirî û parastina hêzên Amerîkî zêde kiribûn.

Herwiha li gor Cîgirê Serokê Amerîkayê, piştî kuştina Qasim Sulêymanî asayişa Amerîkayê zêdetir e, ji ber ku Sulêymanî berpirsê grûpeke ‘terorîst’ bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst