Efxanistan ji sizayên Îranê tê efûkirin

Navenda Nûçeyan - Balyozê Kabulê yê Amerîkayê ragihand, Efxanistan jî li welatên ku ji dorpêçên Îranê wek berwext miaf in hat zêdekirin.  

 

Balyozê Kabulê yê Amerîkayê John Bass li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyanî da û got ku Efxanistan jî li welatên ku ji si Îranê wek berwext miaf in hat zêdekirin.


John Bass got ku di çarçoveya miafiyetê de Efxanistan dê ji Îranê veguheztina petrolê bidomîne û wiha pê de çû: “Amerîkayê piştî ku ji bo Efxanistanê nirxandineke berfireh kir û Efxanistan jî miaf bû û wê ji Îranê hawirdekirina berhemên neftê û kelûpelên ku nakevin çarçoveya tengavkirinê li ser Bendera Çabaharê re veguheze."


Lîmana Çabaharê li qeraxê Behra Ummanê ye û li gor planê ji bo ku Hindistan derbasî Asyaya Navîn bibe, Efxanistan jî derkeve ser behrên navneteweyî ev lîman wê wek deriyekê were bikaranîn.


Amerîkayê beşa duyemîn a sizayên Îranê ji 5ê mijdarê pê ve xistibû dewrê û di çarçoveya beşa duyemîn de 50 bankeyên Îranê û ji 700î zêdetir şirket û kes li lîsteya sizayan zêde kiribû.