RÛDAW TAYBET - Li ser sînorê Myanmar û Bangladeşê çi diqewime?

CoxsBazar (Rûdaw) – Hikûmetên Bûrma û Bangladeşê sînorên xwe girtine û rê nadin koçberên mislimanên Rohingyayê derbasî Bangladeşê bibin. Lewma, kesên ji ber artêşa bûdîstan direvin, neçar dibin rêyên qaçax û xeter bidin berxwe.


Tîma Rûdawê çû ser sînorê Bûrma û Bangladeşê. Li ser sînoran hikûmetên herdu welatan rêşûnên tund ên ewlekariyê wergirtine. Rêyên sereke yên diçin ser sÎnoran jî ji bo hatinçûna otomobîlan hatine girtin.

 

Hikûmeta Bangladeşê nahêle mislimanên welatê wî ji bo alîkariya mislimanên Rohingiyayê xwe bigihînin herêma Arakanê. Ji bo mislimanên Burmayê jî tenê rêyek heye, ew jî derya ye, ku rêyeke pir xeter e.

 

Dirêjahiya sînorê Bangladeş û Myanmarê 70 kîlometre ye. 20 kîlometre sînorê di navbera wan de weke herêma qedexe hatiye ragihandin. Herwiha Myanmarê beşeke mezin ê sînorê xwe kiriye zeviyê mayinan. Hejmareke zêde yê leşkerên Myanmarê jî li ser sînoran hatine bicîhkirin.

 

Bi tevê, ku li ser sînroan çavdêriyeke tund a ewlekariyê heye, reva ji mirinê rêyên din derdixe pêş mislimanên Rohingiyayê.  

 

Koçberê misliman ê bi navê Ebdulmenaf Mihemed ku temenê wî 100 sal e, xwe gihandiye Bangladeşê û li kolanan ketiye. Bi gotina wî, hemû endamên malbata wî hatine kuştin, tenê ew rizgar bûye.

 

Hikûmeta Bangladeşê bi rûyê mirovî li reva koçberan dinere. Berpirsên ewlekariyê ti lêpirsîn an jî cudakariyê di nava wan de nakin.

 

Tîma Rûdawê bi destûreke taybetî çû ser sînorê qedexekirî. Rûbarê Naf bi dirêjahiya sînorê herdu welatan diherike, ku tê gotin bi sedan termên mislimanan têde ne.