IAEA rexneyên tund li Îranê digire

Hewlêr (Rûdaw) - Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) rexneyên tund li Îranê girt ku bersiva pirsên ajansê yên derbarê paşmayên uranyomê de ku pêştir li sê cihan veşartibû, nedaye û ev yek jî destpêkirina danûstandinên Viyenna yên derbarê rêkevtina atomî de zehmettir dike.

Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî dibêje, Îran bi berdewamî ew erkên di rêkeftina etomî de jê re hatibûn danîn binpê dike û 10 kîlogram ji coreke uraniyomê ku rêjeya meyandina wê 60% e berhem aniye.

Ew ajansa ser bi Netewên Yekbûyî ve ku erkê wê çavdêrîkirina çalakiyên atomî yên welatên cîhanê ye, di raporta xwe ya çarêka sêyê ya îsal de dibêje, “Rêveberê Giştî yê ajansa me pir dilgiran e ku piştî nêzîkî du salan, mijarên dayîna garantiyan derbarê çar cihan de li nav Îranê ku ji ajansa me re nehatibûn aşkerekirin, hêj nehatine çareserkirin.”

Derbarê rewşa çalakiyên atomî yên Îranê de, Rêveberê Giştî yê Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî Rafael Grossî du raport amade kirine û dê pêşkêşî endamên ajansê bêne kirin.

Di yek ji wan raportan de hatiye ku pêwîst e Îran pirsa wan sê cihan çareser bike û “bêyî ti paşxistinekê” bersiva pirsên ajansê yên derbarê wan cihan de bide.

Li aliyekî din, biryar e heftiya bihê 35 endamên Desteya Parêzgarên Ajansê bicivin.