Dadgeha Fransayê kompaniya Lafarge bi hevkariya DAIŞê tometbar dike

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeha Bilind a Franseyê ragihand ku divê lêkolîn bi kompaniya Lafarge ya Fransî re bi tometa alîkarî di tawanên dijî mirovatiyê li Sûriyê bê kirin.

Bilindtirîn dadgeha Franseyê biryara berê ya dadgehê ku ew tomet li ser kompaniya Lafarge rakiribû, red kir û ragihand ku divê dadwer careke din li vê keysê vekirin û lêkolînan bikin.

Kompaniya Lafarge ya çementoyê ye, şaxê xwe li Kobanî  hebû, bi serederiya gel grupên tundrrew û teroristî li Sûriyê tê tometbarakirin.

Yek ji wan tometan ku di sala 2013, 2014an de bo gerentiya berdewamiya karê xwe li Sûriyê 13 milyon Eruo daye DAIŞê,  lê di lêkolînên dadwerên fransî li gel rêveberên wê kompaniyê de ew tomet hatibûn redkirin.