Li Cezayîrê 6 koçber di Deryaya Spî de xeniqîn

Hewlêr (Rûdaw) - Di encama binavbûna keştiyeke li peravên Cezayîrê de 6 koçberan canê xwe ji dest dan.

8ê Tebaxa 2022an, televizyona fermî ya Cezayîrê ragihand ku keştiyeke koçberan binav bûye û tîmên rizgarkirinê cenazeyê 6 kesan dîtine û 6 kesên jî birîndar bûne ku di nav wan de jineke ducanî jî hebûye.

Li gorî medyaya herêmê, keştî di demjimêr 06:00an de binav bû, tîmên hawarhatinê xebatên lêgerîna windahiyan berdewam dikin û heta niha jî nayê zanîn çend kes winda ne.

Tevî ku nasnameya wan koçberan nehate eşkerekirin jî, rayedaran diyar kirin ku koçber ji welatên Bakurê Afrîkayê ne.

Li gorî amarên fermî yên Cezayîrê, di 7 mehan de zêdetirî 2 hezar û 350 koçber hatine rizgarkirin.

Li gorî daneyên fermî yên Yekîtiya Ewropayê, di şeş mehên destpêkê yên sala 2022an de herî kêm 114 hezar û 700 kes bi awayekî neqanûnî derbasî welatên Yekîtiya Ewropayê bûne.

Koçberên ji welatên Afrîkayê di ser Deryaya Spî re hewl didin xwe bigihînin Ewropayê. Ajansa Penaberan a Neteweyên Yekbûyî dibêje, di sala 2021an de zêdetirî 116 hezar penaber Deryaya Spî derbas kirine û ji sedî 55ê wan çûne Îtalyayê, ji sedî 35 çûne Îspanyayê û ji sedî 7 jî çûne Yunanistanê ku hejmara wan dike 4 hezar û 109 û hinek ji koçberan jî ji Tirkiyê di ser Deryaya Egeyê re derbas bûne.

Li gorî Ajansa Mafên Bingehîn a Yekîtiya Ewropayê, ji şeş mehên destpêkê yên îsal ve herî kêm 842 koçber di dema ser Deryaya Sipî re derbas dibûn, xeniqîne.