Konferansa hackerên ‘Kum Reş’ hate sazkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Amerîkayê konferansa hackerên “ Kum Reş” hate sazkirin û têde de nûtirîn şêwazê hackerê hate nimayşekirin, herweha metirsiya belavkirina zaniyariyên taybet û datayên kompaniyan hatin gotûbêjkirin.

 

Konferansa hackerên “ Kum Reş” li bajarê Las Vegas ê Amerîkayê hat sazkirin û tê de bêhtirî 300 kompanî beşdar bûn

 

Konferans, civîna salane ya saziya Kum Reşan a taybet bi warê ewlekariya elektronî bû ku ji sala 1993an ve li jêr serperiştiya kompaniya DEF CONê tê sazkirin.

 

Par bêtirî 19 hezar pisporên kompûter û internêt û hackirinê beşdarî konferansê bûn û derfet û astengiyên li pêşberî ewlekariya elektronî gotûbêj kirin. Îsal jî konferans bi beşdariya 300 kompaniyan û bi hezaran hackeran hat sazkirin.

 

Xalên herî girîng ên konferansa 2019an a hackerên Kum Reş; ewlekariya software û naskirina vîrusan, hackirina sîstema nifşê çarem, êriş û berevaniya Microsoftê, naskirina xizmetguzariyên Windowsê û derbasbûna nav zanyariyan bi tikandineke tenê bû.

 

Sal bi sal rêjeyeke bêtir a data û zanyariyên di nav torên internêtê de, bi mebesta sûdwergirtina xirab ji wan, bi dizî tên derxistin. Wek mînak sala 2017an bi tibaba 1.5 milyar dolarî data û zanyarî bi dizî hatine derxistin û tê çaverêkirin ev rêje îsal ji bo 2.1 milyar dolaran bilind bibe.

 

Herwiha bi pêşketin û zêdebûna şehrezayiyên elektronî re, parastina datayên internêtê zêdetir dibe. Lê di heman demê de jî kesên hacker her û her li rêyên nû ji bo bi dizî birina data û agahiyan digerin. Lewma jî dê şerê parastin û bi dizî birina data û agahiyan berdewam bibe û wê ti kes ji gefên hackeran bi temamî ne parastî be. Bi taybetî jî bikarînerên torên civakî, ji ber kêmbûna şehrezatiya bikarîneran di xweparastina ji hackirinê de û herwiha qelsî û lawaziya sîstema ewlekariya elektronî ya wan toran li gor platformên internêtê yên din.