Macaristan: Amadekariyên dayîna vîzeya zêrîn didomin

Hewlêr (Rûdaw) - Car caran welatekî endamê Yekîtiya Ewropayê programeke taybet bi vîzeya zêrîn radigihîne.

Vîzeya zêrîn ango tu mafê rûniştinê li hemberî hilberînê distînî.

Di sê hefteyan de, ango destpêka tîrmehê, Macaristan jî dest bi dana vîzayên zêrîn dike.

Berê Macaristanê ev vîze dida lê ji ber gendeliyê pir dihat rexnekirin.

Niha hikûmeta Macaristanê dibêje wê bernameyeke nû û paqij daniye.

Mercê wergirtina destûra rûniştinê li Macaristanê ji veberhêneran re ew e ku divê ew mirov di projeyeke avahîsaziyê de bi ne kêmî ve 250 hezar euroyan parekê bikire yan jî xaniyekî bi nirxê ne kêmtir ji 500 hezaran bikire.

Yan jî 1 mîlyon euro wek diyarî bide saziyeke xwendina bilind li Macaristanê.

Mercên din ên wergirtina wê îqameyê ew in ku divê tu ji hejdeh salî mezintir bî, pirsgirêkên te bi polîsên welatê te re nebin û divê tu bi belgeyan jî îspat bikî ku pereyên ku te bi dest xistine bi rêyên qanûnî hatine bidestxistin.