Amerîka du firokeyên B-52 şand Rojhilata Navîn

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Îsraîlê vîdyoyek belav kir têde diyar dibe firokeyên cengî yên Israîlê li ser esmanê Israîlê ligel firokeyeke B-52 a Amerîkî difirin da ku wê biparêzin.

Amerîka piştî aloziyên dinavbera wê û Îranê de du  Friokeyên  B-52 bombebaranê ji bo esmanê navçeyê şandin, ku bi vî awayî Amerîka  dixwaze mesajekê ji bo Îranê bişîne. Ji aliyekî din ve  Kanaleke televizyonî ser bi Îranê li Lubnanê berî çend rojan dîmenên keştiyeke Îsraîlî belavkiribû ku bi dronekê hatibûn girtin dema rastî êrîşekê hatibû li Kendava Omanê.  

Kanalê herwiha ragihandibû ku keştî ne ji aliyê Îranê ve hatiye armanckirin, lê Îsraîlê ji aliyê xwe ve Îran bi vê êrîşê tometbar kir.

Fermandariya Navendî a Artêşa Amerîka yê ragihand herdû firokeyên B-52 li ser esmanê navçeyê de firiyan ligel hejmarek ji firokeyên cengî yên welatên wek Siûdiyê, Israîl û Qeter ê.

Ev dibe çaremîn car firokeyên B-52 li ser esmanê rojhilata Navîn re difirin , û duyemîn car piştî Joe Biden bû serokê Amerîka.