Dêbî Nûjen dê li Stockholmê were veşartin

Dusseldorf (Rûdaw) - Roja sêşema bê Dêbî Nûjena xwişka Oz û keça hunermendê karîkaturîst mamoste Nûjen dê li Stockholmê were veşartin.

Dêbî zêdetirî 25 salan e parêzereke Kurdistanî û Swêdî ya naskirî ye.

Ev demek bû nexweşiya penceşêrê pê re hebû û rojên borî li Almanyayê jiyana xwe ji dest da.

Ozê birayê wê yek ji komedyenên herî bibandor û naskirî yên Skandînavyayê ye.

Her dem gava ku li ser dika holên mezin ên şanoyê radiweste yan li ser ekrana televîzyonên Swêdê derdikeve, Oz li kêleka henek û gotinên xweş, doza Kurdistanê jî tîne bîra xelkê Swêdê.

“Valahiyeke bêsînor ket dilê min"

Oz derbarê xwişka xwe ya rehmetî  bi kezebeke şewitî ji Rûdawê re got:

"Hest bi çi jî bikim êdî bê kêr e, sûd nake. Valahiyeke bêsînor û xemgîniyeke bêdawî ketin dilê min."