Koçber bi piranî rojên şemî û yekşemê derbasî Brîtanyayê dibin

Dusseldorf (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku hefteya borî nêzikî 400 kesan ji Fransayê derbasî Brîtanyayê bûne.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê daneyên balkêş eşkere kirin.
Dane li ser demên çûna koçberan in ku bi qeyikên biçûk ji Kanala Înglîz derbasî Brîtanyayê bûne.
Di wan daneyan de xuya dibe ku ji sedî 40ê koçberan rojên şemî û yekşemê yên her hefteyê digihin wî welatî.
Wezaretê eşkere kir ku sala 2024an bi giştî 38 hezar û 816 koçber bi belemên biçûk çûne wî welatî.
Ji wan 8 hezar û 421 kes rojên şemiyê çûne (yanî şeva înê li ser şemiyê derketine) û 6 hezar û 133 kes jî rojên yekşemê gihiştine hundirê Brîtanyayê.
Rojên duşemê di dirêjahiya salê de 2 hezar û 963 koçber derbas bûne.
Sedema ku koçber di dawiya hefteyê de baştir derdikevin li wê yekê tê vegerandin ku polîsên Fransî û hêzên parastina sînor rojên dawiya hefteyê stafeke kêmtir li ser sînorê avî yê bi Brîtanyayê re heye.
Lê Fransa bi tundî vê yekê red dike û ragihandiye ku derketina zêdetir a koçberan di wan deman de ti têkiliya wê bi kêmiya stafa sînorparêzên Fransî re nîne.
Li gorî agahiyên Diyasporayê vê hefteyê 391 koçber bi 7 keştiyên biçûk gihiştine Brîtanyayê.
Piraniya wan rojên yekşemê û çarşemê gihiştine ku her carê nêzîkî 150 koçber bûne.