Joe Biden: Heya Îran veneger ser rêkeftina atomî siza nayê rakirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerêkayê, Joe Biden ragihand, ew dorpêçan li ser Îranê ranakin, heta ku Îran bi temamî pabendiyên xwe bi xalên rêkeftina atomî nîşan dide, meyandina uranyumê jî li gorî mercên rêkeftinê kêm dike.
Joe Biden di dema hevpeyvînekê de li gel televîzyona CBS a Amerîkî ku êvara Yekşemê belav bûye, amaje bi vê yekê kir ku Amerîka li bendê ye Îran vegere nav mercên rêkeftina atomî.
Biden di bersiva pêşkêşkara wê televîzyonê de ku jê pirsî, gelo Amerîka cezayên li ser Îranê radike daku ew welat vegere ser rêkeftina atomî, bi zelalî got: Na.
Piştre pêşkêşkara televîzyonê jê dipirse, gelo divê Îran yekemcar meyandina uranyumê rawestîne,Biden bi îşareta serê xwe wê yekê piştrast dike û dibêje belê.
Amerîka di sala 2018an de û bi biryara serokê wê demê yê wî welatî Donald Trump, ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re vekişiya û tevahiya sizayên navdewletî vegerandin ser Îranê.
Îran salek piştî derketina Amerîkayê ji rêkeftina atomî, pêngav bi pêngav pabendiyên xwe yên di çarçoveya rêkeftinê de kêm kirin û berpirsên Îranê ew demek e ku dibêjin, Amerîka û Yekîtiya Ewropayê pabendiyên xwe cîbicî nekirine, lewma heta ew alî pabendiyên xwe pêk nehînin, Tehran jî venagere ser rêkeftina atomî.
Rêberê Komara Îslamiya Îranê, Elî Xaminêyî jî roja Yekşemê 7ê Sibatê careke din tekezî li ser wê helwesta Tehranê kir û got, “divê Amerîka tevahiya dorpêçan li ser Îranê rake paşê em dê vegerin nav rêkeftina atomî.”
Xaminêyî tekez kir, “Îran demekê vedigere ser rêkeftina atomî ku rakirina dorpêçan di pratîkê de bên kirin, ne tenê bi gotin û nivîsan be, ew jî siyaseta neguher a Îranê ye û hemû berpirsên Îranê ji vê mijarê razî ne û ti kesek nikare vê biryarê binpê bike.”
Li aliyekê din, parlamentoya Îranê roja 21ê vê mehê weke dawî dem bo Amerîka diyar kiriye, jibo ku sizayên li ser Îranê rake. Piştî wê dema diyarkirî, hikûmeta Îranê têkildarî dosyeya rêkeftina atomî dê tundtir tevbigere û li hember tîma lêkolerên ser bi Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomî (IAEA) jî rêyên tundtir pêk bîne.
Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Hemşehrî ya welatê xwe de ragihandiye, divê Amerîka berî dema ku parlamentoyê diyar kiriye, sizayên li ser Îranê sivik bike, berovajî vê yekê dê rêkeftina atomî bikeve metirsiyê.
Zerîf herwiha dibêje, di meha Hezîrana îsal de hilbijartina serokatiya Îranê tê lidarxistin û di egera serkeftina serokekî nerîtxwaz de, wê demê rêya wê dosyayê ber bi rewşeke dijwartir ve diçe.
Zerîf di beşeke din ji axaftinên xwe de daye xuyakirin, demeke kêm li pêşiya Amerîkayê jî maye, ew jî bi sedema biryara parlamentoya welatê wî û herwiha guhertina ku renge di encama hilbijartina serokatiya îsal de bê kirin.
Meha bihorî Îranê ragihand, asta meyandina uraniyumê di wêstegha Ferdo de bi rêjeya %20 bilind kiriye û hefteya derbasbûyî jî berpirsên wî welatî ragihandin, wan rêjeya meyandina uraniyumê li wêstgeha Netenzê jî zêde kiriye.
Wezîrê Derve yê Îranê destnîşan dike, “jibo danûstandina navbera Îran û Amerîkayê, li ser asta navxwe pêwîstî bi komdengiyê heye û berpirsên bilind ên welat divê li ser wê li hev bikin, lê niha em di rewşekê de ne ku komdengî li ser vê mijarê nîne.”
Di sala 2012an de bi rêpêdana Elî Xaminêyî, hikûmeta wê demê ya Îranê ya bi serokatiya Mehmûd Ehmedînijad dest bi danûstandina li gel welatên 5+1 li ser bernameya atomî ya wî welatî kir. Danûstandinên li ser bernameya atomî ya Îranê piştî sê salan û di sala 2015 de gihîşt encamê û rêkeftina atomî di navbera aliyan de hat îmzekirin.
Di rêkeftinê de amaje bi wê yekê hatibû kirin, ku li hember kêmkirina sizayên li ser Îranê, ew welat divê rêjeya meydandina uraniyumê sînordar bike.
Hikûmeta nû ya Amerîkayê bi serokatiya Joe Biden dixwaze careke din li ser bernameya atomî bi Îranê re danûstandinê bike, lê dibêje, divê destpêkê Îran vegere ser rêkeftina atomî û rêkeftin jî bibe bingehek jibo rêkeftina li ser bernameya mûşekî ya Îranê, destwerdana Îranê li navçeyê û bihêzkirina rêkeftina li ser bernameyên atomî.