Vê hefteyê 311 koçber bi qeyikan derbasî Brîtanyayê bûn
Dusseldorf (Rûdaw) - Di vê hefteyê de 311 koçberan xwe bi qeyikan ji Kanala Îngilîz gihand ser xaka Brîtanyayê.
Wezareta Karên Navxwe ya Brîtanyayê ragihand ku wan koçberan karîbû bi 8 qeyikên biçûk ji Fransayê derbas bibin.
Ev hejmar li gorî cûreyên din ên koçberiya nav Brîtanyayê pir kêm e.
Vê yekê bala kesên ku bala xwe didin daneyan kişandiye.
Di tevahiya îsal de 37 hezar kes gihîştine Brîtanyayê lê 87 hezar kes bi vîzeya malbatî û bi mafê mayînê gihîştine Brîtanyayê.
89 hezar kes jî li ser bingeha mirovahiyê mafê rûniştinê wergirtine û ew birîne Brîtanyayê.
Li gorî daneyên Fermangeha Amaran a Niştimanî ya Brîtanyayê, îsal 450 hezar kesî vîzeya kar li Brîtanyayê wergirtiye.
Ev hejmar li gorî 37 hezar koçberên ku bi keştiyan hatine, 12 qatan zêdetir e.
Her wisa 440 hezar kesî jî vîzayên xwendinê li Brîtanyayê wergirtiye û bi her duyan 24 caran ji hejmara koçberên ku bi keştiyan hatine zêdetir in.
Daneyên fermî nîşan didin ku hemû kesên ku bi qeyikan derbasî Brîtanyayê dibin daxwaza mafê penaberiyê dikin.
Beşeke din a koçberên neqanûnî bi rêya kamyon û konteynirên li ser keştiyan an jî bi belgeyên sexte xwe bi rêya sînorê di navbera Brîtanya û Îrlandayê de digihînin Brîtanyayê.