Hejmarek senator derbarê agirbesta Tirkiyê de nameyekê didin Pompeo
Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek senatorên Amerîkî ser bi herdu partiyên Komarî û Demokratan derbarê Rojavayê Kurdistanê û agirbesta navbera Amerîka û Tirkiyê de nameyekê didin Wezîrê Derve yê welatê xwe û daxwaz dikin Tirkiye bê cezakirin, eger pabendê agirbestê nebe.
Hejmarek senatorên Amerîkî di nav de Senatorê Komariyan Lindsey Graham û Senatorê Demokratan Chris Von Hollen derbarê agirbesta navbera Amerîka û Tirkiyê de bo Sûriyê nameyekê didin îdareya Donald Trump.
Di nameyê de, senatorên Komarî û Demokratan daxwazê ji Wezareta Derve ya Amerîkayê dikin, derbarê binpêkirinên grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê li Sûriyê lêkolîn were kirin û eger pabendê rêkeftinê nebe Tirkiyê ceza bikin.
Ji bilî Lindsey Graham û Chris Von Hollen ji senatorên Komariyan Marsha Blackburn û ji senatorên Demokratan Richard Blumenthal û Jean Shaheen nameya navborî îmze kirine.
Nehatiye zanîn ku name kengê hatiye nivîsandin, lê balkêş e ku piştî misogerbûna hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 13ê Mijdarê, navê ji aliyê Chris Von Hollen li ser medyaya civakî hat belavkirin.