Serokê Amerîkayê Biden piştgirî da Îsraîlê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrîşên ku Hamasê li dijî Îsraîlê dan destpêkirin diyar kir, ji bo ku Îsraîl xwe biparêze piştgiriya wan dê dewam bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden li Qesra Spî bi Wezîrê Karên Derve yê wî welatî Antony Blinken re derket pêşiya kamerayan û derbarê êrîşên dijî Îsraîlê daxuyanî da.

Biden diyar kir, ji bo ku Îsraîl xwe biparêze piştgirî û alîkariya wan a ku hewce dike, dê dewam bike û got:

“Ji bo  Îsraîlê piştgiriya rêvebiriya min wekî zinaran saxlem e û bihêz e.”

Biden bêyî ku nav bide bang li aliyên bêyî Îsraîl û Filistînê kir û wiha dewam kir, "Ez vê eşkere bibêjim ku kîjan alî niha dijminê Îsraîlê be, dem ew dem nîne ku ji van êrişan li pey destkeftiyan bikevin. Cîhan dişopîne."