Erdogan li Pragê bi Aliyev û Paşinyan re hevdîtin kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo beşdariya di beşdarî Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê de li Prag a paytexta Komara Çekyayê bû, duh bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re hevdîtin pêk anî.

Erdogan li ser vexwendina Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel û Serokê Demî yê Konseya Ewropayê Petr Fiala Serokwezîrê Çekyayê, ji bo beşdariya di Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê de ku cara ewil e tê lidarxistin, çû Prag a paytexta Çekyayê.

Li gorî daxuyaniya Serokastiya Ragihandinê ya Serokatiya Tirkiyê, Erdogan dê li ser kêşeyên ku Ewropa di warê aştî û ewlehiyê, enerjî, avhewa û rewşa aborî de pê re rû bi rû maye, nêrîn, alîkarî û nirxandinên Tirkiyê ragihîne û dê hevdîtinên dualî pêk bîne.

Di kevana birêveçûna Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê de, Erdogan li Pragê bi Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re hevdîtin pêk anî.

Ji bilî welatên endamên YEyê, welatên kandîdê Yekîtiya Ewropayê û welatên berendamên potansiyel û serokên dewlet û hikûmetên welatên din ên Ewropayê jî ji bo Lûtkeya Civaka Siyasî ya Ewropayê hatine vexwendin.