Keçeke Kurd a 16 salî li Kanadayê xeniqî

Hewlêr (Rûdaw) – Keçeke Kurd a 16 salî li Kanadayê di deryaçeyekê de xeniqî.

Keçeke Kurd ku ji Efrîna Rojavayê Kurdistanê ye li bajarê Londonê yê eyaleta Ontarioyê ya Kanadayê di deryaçeyekê de xeniqî.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji malbata wê keçê wergirtine, dema ku keça bi navê Dilvan Îmadedîn Birîm bi malbat û kesûkarên xwe re çûbû seyranê, di deryaçeyekê de xeniqiye.

Dilvan 16 salî ye û malbata wê ji gundê Mamilayê ye.

Memo Nîşanê kurmetê bavê Dilvanê ye û di dema bûyerê de li wî cihî bûye.

“Li nexweşxaneyê çû rehmetê”

Memo Nîşanê ku bûyer dîtiye ji Rûdawê behsa wan kêliyan kir:

“Me vê yekşemê xwe amade kir me got em bi hev re herin ber avê. Dilvan 16 salî ye. Em hemû pev re çûne ber avê. Heta saet 4ên esrê em tev bi hev re bûn.

Ji diya xwe got ez ê herim bikevime avê. Çûbû cilên xwe guhertibûn û xwe berdabû avê, av jî ne kûr bû. Metreyek, metre û nîvek bû.

Me dît ku bang dike, mesafeya navbera me 30-35 metre bû. Me bi lez xwe gihande cihê avê. Em lê geriyan lê me ew nedît. Hinek kesên din jî bi me re lê geriyan.

Kurdekî me yê Zaxoyî ew dît, Xweda jê razî be. Me lingê wê rakirin û depê sînga wê dewisand lê av ji dêv derneket.

Paşê ambûlans hat û anbûlansê ew bir lê li nexweşxaneyê çû rehmetê.”