Ji bo endamtiya Swêdê ya di NATOyê de Enqere ji Stockholmê li benda pêngavên zêdetir e

Hewlêr (Rûdaw) - Civîna sêalî ya Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî ya Swêd, Fînlanda û Tirkiyê ye li baregeha sereke ya NATOyê li Brukselê

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ligel şandeke welatê xwe beşdar bû. Lê Tirkiyê di vê civînê de jî glopa kesk bo endamtiya Swêdê ya di  NATOyê de pênexist.

Biryar e sekreterê Giştî yê NATOyê ji bo yekalîkirina vê mijarê heftiya bê ligel Serokkomarê Tirkiyê û Serokwezîrê Swêdê bicive.

Sekreterê Giştî yê NATOyê, Jens Stoltenberg derbarê civîna li Brukselê de ragihand: "Îro me careke din tekez kir ku endamtiya Swêdê dikare çê bibe û erêkirina endamtiya Swêdê nayê wateya bidawîbûna hevkariyê bi Tirkiyeyê re, wekî ku îro li vir hevkariya Fînlandiyayê bi me re berdewam dike. Roja Dûşemê li Vilnius ez dê civînekê ligel Serokomar Erdogan û Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson li dar bixim da ku di vê pêvajoyê de gaveke din bere bi  pêş biavêjin."

Tirkiyê ji bo pesendkirina endmatiya NATOyê ji Swêdê çend daxwaz hene. Ya sereke jî rûbirûneke bi bandor ligel wan rêxistinan e ku Enqere wan wek "teror" dibîne.

Swêdê heta niha çend pêngavên yasayî jî di vî warî de avêtine. Ji wan jî bo cara yekem bi hinceta “fînansekirina PKK” darizandin û cezakirina bi girtîgehê ya welatiyekî Bakurê Kurdistanê.

Lê Enqere ji Stokholmê li benda pêngavên zêdetir e.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê, Hakan Fîdan li ser vê mijarê wiha dibêje: “Swêdê di warê yasayî de hinek guhertin kirin. Biryara sînordarkirina pîşesaziya berevaniyê ya li ser Tirkiyê rakir. Yasaya rûbirûbûna terorê jî 1ê Hezîranê ket warê cîbicîkirinê. Lê divê ev guhertin di pratîkê de bê xuyakirin. Ji ber ku sîstema ewlekariyê ya Swêdê li beramber çalakiyên terorê nikare mekanîzmayekî ava bike û em ji ber vê yekê bi fikar in. Di mijara rûbirûbûna terorê de endamtiya Swêdê ya NATOyê divê ne wek metirsiyekê be, berovajî vê yekê divê alîkar be bo Hevpeymaniya NATOyê. Divê em bizanibin ku Swêd dê bikaribe bo Tirkiyê bibe hevpeymaneke bi ewle.”

Di 11 û 12ê Temûzê de lûtkeya NATOyê li Vilnius a paytexta Lîtvanyayê tê sazkirin.

Amerîka û hevpeymanên rojavayî yên NATOyê jî dixwazin Tirkiye berî  wê lûtkeyê biryara hatina Swêdê ya di nav wê hevpeymaniya leşkerî de pesend bike.