Lavrov: Me li ser daxuyaniya Tillerson agahî ji Amerîkayê xwest

Navenda Nûçeyan - Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, wan li ser daxuyaniya Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillirson a derbarê avakirina herêmên dije-firîn li Sûriyê de ji Waşingtonê daxwaza agahiyan kiriye.

 

Sergey Lavrov îro înê got, Moskowê ti agahî li ser mijara herêmên dije-firîn ên ku Rex Tillerson di daxuyaniya xwe de behsa wê kiriye, nîne û tekez kir, ku ji ber wê yekê jî wan daxwaza zanyariyan ji Amerîkayê kiriye.

 

Lavrov got: “Weke ku ez fam dikim, axavtina duh a Wezîrê Derve yê Amerîkayê hatibû amadekirin, lê em nehatibûn agahdarkirin ku dê daxuyaniyeke bi wî awayî were dayîn, dibe ku ev daxuyanî rastî nerazîbûna me bihata û bandor li ser  amadekariyên me yên civîna Hamburgê bikira. Niha me daxwaz ji Waşingtonê kiriye li ser wê daxuyaniya Rex Tillirson agahiyan bidin me, lê heta niha bersiv nedane me, ji ber ku em nizanin, Amerîka behsa kîjan herêmên bê firîn li Sûriyê dike, dixwazin ji me re çi bêjin, ji ber ku heta niha ev mijar nehatibûn gotûbêjkirin.”

 

Wezîrê Derve yê Rûsyayê amaje bi nakokiyên navbera Rûsya û Amerîkayê kir û da xuyakirin, her çend li ser gelek mijaran di navbera Moskow û Waşingtonê de nakokî hebin, lê belê ew daxuyaniya Tillerson ji bo hevkarî û ber bi pêş ve birina pêwendiyên navbera her du welatan pêngavekî baş e.

 

Roja pêncşembiyê 6ê Tîrmeha 2017ê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson ragihandibû, ku Amerîka amade ye, ku ji bo avakirina herêmên dije-firîn li Sûriyê, çavdêriya agirbesta li herêmên bê şer û gihandina alîkariyên mirovî bo Sûriyê bi Rûsyayê re gotûbêjan bike.