SWÎSRE – 24 zarokan sala xwe ya xwendina ziman û çanda Kurdî qedand

Swîsre (Rûdaw) - Şagirtên xwendegeha Kurdî ya li kantonên Zurich, Bern, Basel, Aargau û Luzernê yên Swîsreyê bawernameyên xwe yên sala 2023-24an standin. 

Nerpirsê Hîndekariya Kurdî ya Swîsreyê Mamosta Hisên Hesen Denîz ji Rûdawê re got:

“24 zarokên temenê wan ji 5 heta 14 salî di çarçoveya Hîndekariya Ziman û Çanda Welêt de, bawername ji destê mamosteyên xwe standin.”

Bawername fermî ne

Mamosta Hisênê ku ew bi xwe jî waneyê Kurdî bi Kurmancî dide zarokan da zanîn ku dê bawernameyên xwendina Kurdî biçin ser bawernameyên fermî yên Swîsreyê û pê de çû:  

“Şagirt dê van bawernameyên xwe bidin mamosteyên xwe yên dibistana Swîsrî û notên ji dibistana Kurdî standinê jî dê derbasî ser bawernameya wan a Swîsrî bibin”.

Komeleya Hîndekariya Kurdî vê xebata hîndekariya zimanê Kurdî ji sala 2007an û vir ve bi awayekî profesyonel û fermî bi dildarî bi rê ve dibe.

Li kantonên wekî Zurich, Basel, Bern, Aargau û Lûzernê dibistanên Kurdî hene û zêdeyî 80 zarokî tev li vê hîndekariya Kurdî dibin.

Komeleya Hîndekariya Kurdî bi dibistana bilind a pedagojîk a Zurichê û mudîriyeta perwerdeyê ya Swîsreyê re dixebite.

Ji bo 11 salên xwendegehê 21 pirtûkên pedagojîk ên li gorî bipêşxistina şarezayiyê hatine amadekirin û zarok dersan li ser van pirtûkan dibînin.

Hûn dikarin hemû agahiyên hîndekariya Kurdî li ser malpera Pirtûkên Hîndekariya Kurdî / Kurdisches Lehrmittel – zimanekurdi.ch peyda bikin.