Kati Piri: Erdogan li dijî îradeya xelkê derdikeve

Hewlêr (Rûdaw) - Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî, biryara Desteya Bilind a Hilbijartinan a derbarê dubarekirina hilbijartina Stenbolê de nirxand û got: "AK Partiyê ji bo dubarekirina hilbijartina Stenbolê guşar li Desteya Bilind a Hilbijartinan kir."

 

Karvedanên derbarê betalkirina hilbijartina Stenbolê de berdewam in. Parlamentoya Ewropayê derbarê biryara Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê de reaksyon pêşan da.

 

Raportera Parlamentoya Ewropayê ya Tirkiyê Kati Pirî di vê derbarê de li ser hesabê xwe yê twîtterê peyamek belav kir û got, Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyip Erdogan wendakirinê qebûl nake.

 

Kati Piri ragihandiye ku AK Partiyê guşar li Desteya Bilind a Hilbijartinan kiriye û dibêje: "Erdogan wendakirinê qebûl nake û li dijî îradeya gel derdikeve. Ev jî tê wateya ku li Tirkiyê baweriya guhertina desthilatê bi rêya hilbijartinê jinav biçe."