Li Ekvadorê çete bi nav hev ketin, 22 kuştî

Taxa ku namzedê serokkomariyê yê Ekvadorê Fernando Villavicencio lê hatibû kuştin / Wêne: REUTERS/Karen Toro-Arşîv

Hewlêr (Rûdaw) – Li Ekvadora ku welatekî Amerîkaya Başûr e di pevçûnên çeteyan de 22 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li bajarokê Nueva Prosperina yê bajarê Guayaquilê yê Ekvadorê di navbera komên çete de şer û pevçûn qewimîn.

Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, di pevçûna li taxa qeraxî ya li herêma Nueva Prosperina de 22 kes hatin kuştin û 3 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên şahidan, komeke çekdar a 20 kesî ketiye taxê û êrişî gelek malan kiriye.

Polîsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê standin û komeke bi navê "Los Tiguerones"ê ya ku karekî rêxistinî dimeşîne berpirsiyar dît.

Dozgeriyê jî li ser bûyerê dest bi lêpirsînekê kir.