Li Almanyayê 2 trên li hev ketin: 50 birîndar

Navenda Nûçeyan - Li nêzîkî bajarê Meerbuscha Almanyayê trêna rêwiyan û trêna bar li hev ketin û di encamê de li gor agahiyên destpêkê 50 kes birîndar bûn.

 

Li gor agahiyên berdest piştî qezaya li nêzîkî stasyona Meerbusch-Osterathê xebatên rizgarkirin û texliyekirinê didomin.


Çavkaniyên polîsan jî diyar kirin ku hê zû ye bikaribin derbarê jimara birîndaran de tiştekî bibêjin lê di trêna ku 150 kes tê de bûn texmîn dikin ku 50 rêwî birîndar bûne.



Piştî qezayê 3 helîkopterên ambulans û çend ambulansên din û tîmên agirkujiyê ji bo cihê bûyerê hatine veguhestin.


Birîndarên vê bûyerê ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyên derdorê.