Kurd û fars dînê xwe diguherin!

Stokholm/Helsînkî (Rûdaw) – Ji aliyekê ve li welatên Ewropayê, pêgeha mislimanbûnê belav dike û ji aliyekê din ve jî di nava penaberan de hejmara kesên ku dest ji baweriya xwe berdidin roj bi roj zêde dibe.

 

Li gorî zanyariyan di rêza yekemîn de kesên bi rêgez faris dest ji baweriya xwe ya olî berdidin û di rêza duyemîn de jî kurd, paşî ereb û efganî ne.

 

“Weke xirîstiyan û cihûyan, mislimanbûna min jî tişteke ku ji bo me maye. Ne ku me hilbijartiye. Dema li vir azad bûm, min dest ji baweriya xwe ya olî berda.” Ev e gotinên keçekê kurd ê nîştecihê Swêdê yê bi navê (L.Ş.) ye ku dest ji baweriya xwe ya olî berdaye.

 

L.Ş niha xwe bê bawerî (ateîst) pênase dike û dibêje; “Tenê ne ez im, ku dest ji baweriya xwe berdaye. Ez bawer dikim, ku ev azadiya li vê derê heye, li deverên din jî hebe, dê gelek kes dest ji ola xwe berdin.”

 

Ew keça kurd dibêje wî bi îradeya xwe ol û baqweriya xwe hilnebijartiye û lewma niha dem hatiye, ku bixwe derbarê baweriya xwe de biryarê bide.

 

Di civakên rojhilat de zarok li gorî baweriya malbatên xwe dibin xwedanê baweriyên olî. Çi misliman be, çi xiristiyan an jî cihû û hwd.

 

Alan kurdekî din ê nîştecihê Fînlandiyayê ye, ku di dema wergirtina nasnameya vî welatî de xwe weke “bê bawerî” nasandiye.

 

Ew sepandina ol bi ser zarokan de weke “tawan” binav dike û dibêje; “Min nehişt li ser forma kurê min navê baweriya wî binivîsin. Dema kurê min ê 5 salî bû 18 salî, bila ew biryar bide ka dê mibe misliman, xiristiyan an jî baweriyeke din hilbijêre.

 

Gelek dayik û bavên rewendan li welatên Ewropayê naxwazin derbarê baweriyên wan de pirs ji zarokên wan bên kirin. Di dibistanan de waneya ol û ayîn tê xwendin lê di dibistanan de rê nadin di navbera xwendekaran de pirsgrirêk di vê mijarê de çêbibin.

 

Lê kurdê bi navê Celal Ehmed, ku li Swêdê dijî, li dijî mamostayan gilî tomarkiriye, ku di dibistanê de hewl didin baweriya keça wî Newa diyar bikin.  

 

Piştî giliya Celal Ehmed berpirsên swêdî lêkolînê dikin û eşkere dibe ku li hinek dibistanên paytexta vî welatî yên li taxên biyaniyan, mamosta bandorê li ser baweriya zarokan dikin.

 

Celal misliman e û erkên xwe yên olî jî cîbicî dike lê “mislimankirina” keça xwe Newa, weke “metirsî û guneh” bi nav dike. Bi nêrîna wî, dibêje, “Divê keça min biyarê li ser baweriya xwe ya olî bide.”

 

Mamostayê bi navê Newzad Ehmed, ku li Stokholmê dijî, diyar dike, gelek hewldan hene ji bo zarokan ji baweriyekî bibin ser baweriyeke din.

 

Navborî dibêje; “Beşek ji tevgerên îslamî kar dikin, ku wan zarokên li vir ji dayik dibin, bibin ser baweriya xwe. Ji aliyê din ve hinekê din jî dixwazin wan bibin ser baweriyên xwe.”

 

Peyivdarê Civata Îslamî ya Swêdê Hacî elî Binavî jî ji Rûdawê re got; “Pir agahî li ber destê me hene, ku dibêjin xelk olên xwe diguherin. Hinek wan ji bop ere wiha dikin. Îranî bi farisî diaxivin. Beriya hemû kesan ew baweriya xwe diguherin. Li pişt wan kurd tên, herwiha paşî ereb û efganî. Mixabin, gelek kurdên me çav li faris û ereban dikin.”

 

Ateîst ew kes in ku bi ti olan bawer nakin. Niha di nav grub û rêxistinan de gelek ateîst, ji bo mirovan ji baweriyên wan dûr bixin, kar dikin.

 

Rêxistina hûmanîstên Swêdê, ku rêxistineke mezin ê mafê mirovan e, piranî ji kesên ateîst pêk tê û li dijî çalakiyên ayînî kar dike.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, di nava civata bilind a vê rêxistinê de, 2 keçên ji başûrê Kuridstanê jî hene. Herwiha cîgirê serokê rêxistina Tevgera Li Dijî Olan a Fînlandiyayê jî kurdekî ji Başûrê Kurdistanê ye.

 

Çalakvanê rêxistina humanist a Swêdê Hans Endreshman dibêje; “Kurd di nav rêxistina me de çalak in. Em li dijî olan kar nakin lê em li dijî wê sîstemê ne ku azadiya takekes têk dibin û bi zorê xwe disepînin.”

 

Fayid Cibûrî ku erebekî xelkê Iraqê ye û niha di vê rêxistina humanîstî de kar dike dide xuyakirin, “Li piraniya welatên îslamî tu dest ji ola xwe berdî tê kuştin. Em bangawaziya dest ji ol berdanê nakin, propagandaya parastina azadiya takekes dikin.”

 

Niha li li ser torên civakî, tevgerên berfireh li dijî ferzkirina baweriyan dest pê kiriye. Tîpa “A” logoya wan e û li gorî welatên wan jî, tîpek din li kêleka vê tîpê tê zêdekirin.