AWISTURYA - Jiyaneke bi reng û dengê Kurdî: ‘Malbat wekî Kurdistaneke biçûk e’

Dusseldorf (Rûdaw) – Malbateke Kurd a li Awisturyayê bi reng, deng û şêweyê jiyana xwe dibe mînakeke serkeftî ya malbata Kurd.

Tîma Diyasporayê hefteya borî ji bo rûmala hilbijartinan li Awisturya (Nemsa) bû û li wir hinek çîrokên balkêş bihîstin.

Yek ji wan çîroka malbateke serkeftî ya ji Rojavayê Kurdistanê ye ku li wir nimûneya xweguncandinê ye.

Li derve rewşa gelek malbatên Kurd xofdar e û gelek malbat bi hêsanî ji hev cihê dibin.

Lê dîsa jî mînakên serkeftî peyda dibin, yek ji mînakên bilind ku mînaka malbateke serkeftî ye û li Diyasporayê hemû mijûlî jiyaneke serkeftî ne malbata Kawe Ehmed e û yek ji kurên wî di artêşa Awisturyayê de ye.

Dê û bav bi hev re hevahengiyeke baş ava kiriye da ku da ku Kurdî ji bîra zarokên wan neçe.

Zarokên wan li Awisturyayê ji dayîk bûne û di heman demê de di nava civaka Awisturyayê cihê wan heye lê dîsa jî li ziman û çanda xwe xwedî derdikevin.

Şêniyê Awisturyayê Kawe Ehmed Gergerî wiha behsa rewşa xwe kir:

“Ez Kawe Ehmed Gergerî me, xelkê Kurdistanê me, ji sala 1991ê ve hatime welatê Awisturyayê û wê demê me karîbû hem bixwînin û hem jî bixebitin û xwe bi pêş bixin.

Êdî min da ser rêya kar û min li şirketekê dest bi kar kir, ango ji sala 1992yan heta niha yanî 32 sal in ez li wê kompanyayê dixebitim û karê xwe didomînim.”

“Em dikarin girîngiyê bidin çand û hunera Kurdî”

Kawe Ehmed Gergerî diyar kir ku li Awisturyayê hejmara Kurdan zêde dibe û li pey çû:

“Bi taybetî ji 2015an û bi şûn de li Awisturyayê hejmara Kurdan hino hino zêde bû.

Li Viyanayê zêdeyî 120 malbatên Kurd hene û vêga hejmar pir zêdetir bûye û ger em dilsoz bin, em dikarin alîkariya hevdû bikin û girîngiyê bidin çand û hunera Kurdî.”

“Malbat li Awisturyayê wekî Kurdistaneke biçûk e”

Kawe Ehmed Gergerî diyar kir ku ew li Awisturyayê ji bo ziman û çanda Kurdî gelek xebatan dikin û pê de çû:

“Bi rastî ez dibînim ku malbat li Awisturyayê wekî Kurdistaneke biçûk e.

Me karîbû di nava wan 23 salan de li vir gelek rêxistin, komele û peymangehên Kurdî ava bikin.

Loma her tim peyama min ji bo wan ew e ku girîngiyeke mezin bidin malbatên xwe û em dev ji çand û nerîta xwe bernedin.

Girîngiyeke zêdetir bi endamên malbatê bidin û nemaze xanima malê çimkî ew hîmê malê ye.”

“Pir girîngiyê bidin xwendinê”

Kawe Ehmed amaje pê kir ku kurekî tev li artêşa Awisturyayê bûye û anî zimên:

"Kurê min Eryan niha li zanîngehê dixwîne li beşê qanûnê û îsal qonaxa wî ya dawî ye û ez pir pê dilxweş im.

Ew ciwanekî jîr e û çalakvanekî zîrek e û ew li vir endamekî çalak e li peymangeha Kurdî ye.

Kurê min ê din navê wî Aras e û beşê ITyê kuta kiriye û mixabin ne li vir e çimkî ew niha di artêşa Awisturyayê de xizmetê dike û ji bo min cihê serbilindiyê ye.

Lewra her tim peyama min ji bo ciwanên Kurd ên li vir ew e ku pir girîngiyê bidin xwendinê û çimkî tenê ev rêya dahatû ya geşbûna wan e li vir û her wiha ji bo welatê wan jî."

“Rêya min pir zehmet bû”

Eryan Kaweyê 22 salî bi Kurdiya xwe ya zelal got:

“Navê min Eryan e û ez 22 salî me û li Awisturyayê ji dayîk bûme û vêga li beşê yasayê ya zanîngehê dixwînim.

Rêya gihîştina min a vê qonaxê pir zehmet bû lê bi piştevaniya dê û bavê xwe, bi berdewamî ez gihandim vê qonaxê û ez her dem spasdarê wan im.”

“Zarokên min ji bo min girîngtir in”

Hevjîna Kawe Ehmed jî amaje bi girîngiya malbatê û zarokan kir û diyar kir:

"Li ba min, xala girîng ji malbata min zarokên min in. Her çi qasî ez ji karê xwe hez bikim jî zarokên min ji bo min girîngtir in.

Min hewl daye zarokên xwe li ser rêya baş perwerde bikim. Ji ber ku ev welat ne wekî welatê me ye û cihê ye û vekirîtir e, loma ez pir bi wan re westiyam.

Ger li malekê jin û mêr kok bin, wê demê bandoreke erênî li ser zarokên xwe dikin û rast e niha jiyan li welatê me dijwar bûye, em dibînin vêga gelek malbatên Kurd têne vir û gelek caran pirsgirêk li nav wan çêdibe û gelek ji wan ji hev cihê dibin.

Loma ez şîretê li wan dikim, dema pirsgirêk li nav jin û mêr hebe divê her du destê hevdû bigirin û pirsgirêka xwe çare bikin.

Her wisa pir girîng e ku mêr girîngiyeke zêdetir bidin mal û zarokên xwe û dema xwe ji wan re veqetînin."