BERLÎN - Polîsan bi ser komeleya Kurdan de girt

Hewlêr (Rûdaw) - Li Berlîna paytexta Almanyayê polîsan bi ser Komeleya Civaka Kurd a Azad ku bi navê "Nav-Berlîn"ê jî tê naskirin de girt.

Polîsan doh piştî nîvro bi gelek wesayîtan bi ser Navenda Kurdistaniyên li Berlînê (Nav-Berlîn) ya li taxa Reinickendorfê ye de girt.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), polîsan di dema biserdegirtinê de berê çekan daye kesên ku li navendê bûne.

Endamên komeleyê diyar kir, "Ev zext bi demokrasiya Alman û qanûna komeleyan re nagunce."

Wan her wiha bertek nîşanî kontrolkirina nasnameya kesên li komeleyê û lêpirsîna bêyî parêzer jî da.

Li aliyê din, hat diyarkirin ku di biserdegirtinê de hevserokê komeleyê Huseyîn Yilmaz û endamekî din ê komeleyê hatine desteserkirin.

Huseyîn Yilmaz di navbera 1999-2000î de ji HADEPê serokê Şaredariya Agiriyê bû.

Huseyîn Yilmaz piştî wergirtina îfadeyan a li navenda polîsan serbest hat berdan.

Yilmaz amaje bi wê yekê kir ku midaxaleya bi çekan li komeleyê nayê qebûlkirin û armanca wan biserdegirtinan tirsandina civakê ye.