Wergira Xelata Aştiyê ya Nobelê jineke Îranî ye
Hewlêr (Rûdaw) - Çalakvana mafên mirovan a Îranî ya girtî Nêrgiz Mihemediyê, Xelata Aştiyê ya Nobelê ya 2023yan wergirt.
Komîteya Nobelê ya Norwecê li ser dayina Xelata Aştiyê ya Nobelê daxuyaniyek belav kir.
Komîteya Nobelê di daxiyaniya xwe de wiha got:
“Ji ber têkoşîna wê ya li hemberî zilma li ser jinan a li Îranê û têkoşîna wê ya ji bo pêşxistina mafên mirovan û azadiya hemûyan, Komîteya Nobelê ya Norwecê biryar da ku Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2023yan bide Nêrgis Mihemediyê.”
BREAKING NEWS
— The Nobel Prize (@NobelPrize) October 6, 2023
The Norwegian Nobel Committee has decided to award the 2023 #NobelPeacePrize to Narges Mohammadi for her fight against the oppression of women in Iran and her fight to promote human rights and freedom for all.#NobelPrize pic.twitter.com/2fyzoYkHyf
Nêrgiz Mihemedî kî ye?
Nêrgis Safiye Mihemedî di 21 Nîsana 1972 li parêzgeha Zencanê ya Îranê ji dayik bû.
Nêrgis Mihemedî ji bo mafên jinan û rakirina cezayê darvekirinê di nav çalakvanên mafên mirovan ên Îranê çalakiyan dimeşîne.
Bi tohmeta ku “li dijî dewletê propaganda kiriye” 12 sal ceza li Nêrgiz Mihemedî hatiye birîn û niha di Girtîgeha Evînê ya Tehranî de tê girtin.
Nêrgiz Mihemedî di heman demê de Alîkara Serokê Navenda Parêzvanên Mafên Mirovan e jî ku ji aliyê xwediya Xelata Nobelê ya Aştiyê ya sala 2003yan Şîrîn Ebadiyê ve tê birêvebirin.
Xelatên Nobelê her sal bi merasîmeke ku di 10ê Kanûna Pêşîn, roja mirina Alfred Nobel de tê lidarxistin, radestî xwediyên wan tê kirin.