Parlamentoya Ewropayê projebiryarek li dijî Îranê pesend kir

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Ewropayê îro derbarê xwepêşandanên li Îranê yên ku piştî bûyera canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî hatine destpêkirin û heta niha berdewam in, civiya û projebiryarek li dijî Îranê pesend kir.

Parlamentoya Ewropayê di vê projebiryara xwe de dixwaze ambargo bo ser saziyên emnî yên Îranê bê danîn

Parlamentoya Ewropayê daxwazê ji Encûmena Ewropayê dike, ambargo bo ser wan saziyên Îranê bê danîn ku destê wan di serkutkirin, kuştin û birîndarkirina xwepêşanderan de heye.

Li aliyekî din Berpirsê Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Josep Borell ku di serdanekê de li Prag a paytexta çekyayê ye, di peyamekê de li ser twittera xwe daxwaz ji hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê kir ku rêzê li “mafê îtîrazê, xwepêşandanê û azadiya zanyariyan” bigire.

Borell herwiha amaje bi wê yekê kiriye ku bi Wezîrê Derve yê Îranê re gotûbêj kiriye û ragihandiye, Yekîtiya Ewropayê li hember Îranê “hemû bijardeyan” dinirxîne.

Nêzîkî 20 rojan e ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên nerazîbûnê yên li dijî kuştina keça Kurd Jîna Emînî û herwiha tundiya hêzên emnî li beramber xwepêşanderan berdewam in.