Wezîrê Derve yê Îranê: Em guherandinên jeopolîtîk li navçeyê qebûl nakin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan îro li Moskowê bi hevtayê xwe yê Rûs Sergey Lavrov re hevdîtin pêk anî û piştî hevdîtinê ragihand, “Îran guhertinên di nexşeya herêmê de qebûl nake.”

Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan ku ji roja Sêşemê ve bi serdanekê li Rûsyayê ye, îro Çarşemê 6ê Cotmeha 2021an li Moskowê bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya.

Piştî hevdîtinê, herdu wezîran konferanseke rojnamevanî ya hevbeş li dar xistin. Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullahiyan amaje bi rewşa Qafqasyayê kir û dilgiranî û nerazîbûna Tehranê li hember rewşa ku niha li Qafqasyayê heye nîşan da.

Emîr Ebdullahiyan got, “Bê guman, herêm êdî ne di rewşek wisa de ye ku daxwazên mezin îdare bike. Em welatên cîran wek dost û bira dibînin. Daxuyaniyên yek ji cîranan, em xemgîn kirine. Helbet, em ji van daxuyaniyan razî nînin.”

Ebdullahiyan tekezî li ser xwesteka welatê xwe bo çêkirina têkiliyn baş bi welatên cîran re kir, lê di heman demê de destnîşan kir, ku Îran guhertinên jeopolîtîk li navçeyê tehemul nake û titeşkî wiha qet qebûl nake. Ebdullahiyan got, “Em dê guherînên jeopolîtîk ên li Qafqasyayê û guherandina nexşeyê qebûl nekin. Derbarê hebûna terorîst û siyonîstan a li vê herêmê de fikarên me yên cidî hene.”

Îşareya Wezîrê Derve yê Îranê bi hewldanên Azerbaycanê bi piştgiriya Tirkiyê, ji bo vekirina korîdorekê di navbera axa serekî ya Azerbaycanê û Komara Xweser a Nexciwanê de ye, ku Azerbaycan û Tirkiye, wê korîdorê bi korîdora Zengezorê bi nav dikin.

Korîdora navborî dikeve ser sînorê Îran û Ermenistanê û herdu beşên Azerbaycanê ji hev cuda dike, bi vebûna korîdorê, sînorê Îranê bi Ermenistanê re namîne û hewcehiya Azerbaycanê bi Îranê namîne, ku di rêya axa wî welatî re têkilî bi Komara Xweser a Nexciwanê dikir.

Wezîrê Derve yê Îranê têkildarî birêveçûna manovra leşkerî ya welatê xwe li ser sînorê bi Azerbaycanê re axivî û ragihand, di demeke kurt de Azerbaycanê şeş manovrên leşkerî li gel aliyên biyanî li dar xistine, lê belê Îranê tenê manovrek saz kiriye.

Di vê konferansa rojnamvanî de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî diyar kir ku di hevdîtina îro de wî û Wezîrê Derve yê Îranê Emîr Ebdullahiyan, rewşa Qafqasya Başûr jî gotûbêj kirine û amaje bi formata 3+3 bi beşdariya Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Rûsya, Îran û Tirkiyê ji bo hevkariya navçeyî li Qafqasya Başûr kir.

Lavrov bal kişand ser girîngiya ji nû ve sazkirina peywendiyên aborî û veguhastinê li herêma Qerebaxê û got: “Di vê çarçoveyê de me fikra çêkirina formatek 3+3 bi beşdariya Ermenistan, Azerbaycan, Gurcistan, Rûsya, Iranran û Tirkiyê gotûbêj kir. Îranê nêrîneke erênî li ser vê destpêşxeriyê heye. Em ji Azerbaycan û Tirkiyê jî helwesteke bi vî rengî dibînin. Em bi hevkarên xwe yên Ermenî re li ser vê mijarê dixebitin. Ez hêvîdar im Gurcistan jî tevî zehmetiyên ku dikişîne, ji sazkirina vê mekanîzmayê sûd werbigire.”

Lavrov herwiha tekez kir, ku ew li dijî zêdebûna çalakiyên leşkerî li Qafqasya Başûr û sazdana “provokatîf” a manovrîn leşkerî yên li herêmê ne.

Derbarê rewşa Deryaya Xezerê de jî, Wezîrê Derveyê Rûsyayê tekez kir ku peymana ku Kazakistan, Azerbaycan, Rûsya, Îran û Turkmenistanê li ser rewşa hiqûqî ya vê deryayê di sala 2018 de îmze kirine, divê “di zûtirîn dem de” bikeve meriyetê.

Lavrov diyar kir ku ev peyman yekser hebûna yekîneyên leşkerî yên biyanî li Deryaya Xezerê, li derveyî welatên herêmê qedexe dike.

Di wan demên dawî de, pêwendiyên navbera Îran û Azerbaycanê aloz bûne, bi taybet piştî manovra serbazî ya Azerbaycan-Tirkiye û Pakistanê di meha bihorî de û herwiha girtina du şofêrên Îranî ji aliyê Azerbaycanê ve.

Piştî wan pêşhatan, Îranê ji beriya 20 rojan ve dest bi şandina hêzeke mezin bo ser sînorê Azerbaycanê kir û beriya çend rojan jî artêşa Îranê manovreke mezin a leşkerî bi beşdariya tekîneyên bejayî, tank, topxane, helîkopter, dron û şerê elektronî li ser sînorê Nexciwanê ku beşek ji axa Azerbaycanê ye, saz kir.

Li hember wê yekê, Azerbayca û Tirkiyê jî ji roja 5ê Cotmehê ve manovreke serbazî ya hevbeş li Nexciwanê destpê kirin.

Danûstandinên atomî yên Îranê, mijareke din bû ku herdu wezîrên derve yên Rûsya û Îranê di konferansa rojnamevanî ya xwe de li Moskowê li ser rawestiyan.

Têkildarî vê mijarê, Sergey Lavrov destnîşan kir ku divê danûstandinên Viyenayê yên li ser vê peymanê ji nû ve bên destpêkirin.

Lavrov got, “Civaka navneteweyî hêvî dike ku Amerîka vegere qada qanûnî ya peymanê û cezayên neqanûnî yên li dijî Îran û hevbeşên wê yên aborî rake.”

Wezîrê Derve yê Îranê, Hisên Emîr Ebdullahiyan jî ragihand ku ew ji bo destpêkirina muzakereyên li Viyenayê xebatên xwe didomînin. Ebdullahiyan got ku wan derbarê vegera bo nav rêkevtina atomî, sînyalên “erênî” ji Dewletên Yekgirtî yên Amerîkayê wergirtine.