Mihemed Yakutê Amedî hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Mihemed Yakutê ku Tirkiye bi bultena sor lê digeriya, polîsan li bakurê Spanyayê ew desteser kir.

Yakut siyasetmedar jî di nav de li ser gelek kesan bi vîdeoyan îdiayên balkêş belav dikirin.

Mihemed Yakutê ku berî hilbijartinên 14ê Gulanê yên Tirkiyeyê bi vîdeoyên ku li ser tora civakî belav dikir bi nav û deng bûbû li Îspanyayê hate desteserkirin.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya "hewldana talankirinê" û "bidestxistin û belavkirina zanyariyên şexsî" biryara girtina Mihemed Yakut dabû.

Serdozgeriyê piştre ji bo ku bultena sor derbarê Yakut de derxe serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dabû.

Di çarçoveya lêpirsînê de Can Tanriyar jî 30ê Nîsanê bi îdiaya ku agahî ji Yakut re şandibûn hatibû girtin.