Rapirsiyek: Piraniya Brîtaniyan ji hilbijartina Truss wek serokwezîr bê hêvî ne

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor rapirsiyekê ku piştî hilbijartina Liz Truss wek Seroka Partiya Muhafezekaran a Brîtanya û serokwezîra nû ya welat hatiye hilbijartin, beşeke zêde ji xelkê Brîtanyayê dibêjin, ew bi serokwezîrê xwe yê nû geşbînin nînin.

Li gor encamên rapirsiyê, beşek ji xelkê Brîtanyayê 47 sal temenê Liz Truss kêm dibînin û dibêjin, ew kêm ezmûn e û nikare rûbirûyê astengiyên li ber Brîtanyayê bibe.

Bi nerîna beşeke kêm ji xelkê Brîtaniyan jî Liz Truss baştirîn kes e bo posta serokwezîrtiya Brîtanyayê, ji ber ew baş ji xemên hejaran fêm dike.

Guncaw be yan na, roja 5ê vê mehê, Liz Truss wek seroka Partiya Muhafizekaran a Brîtanyayê hat hilbijartin ku hevdem dibe serokwezîra welat jî.

Serokwezîra hilbijartî ya Birîtanyayê, Liz Truss ragihandiye, “Pêwîst e di van du salên heta hilbijartinên giştî yên sala 2024an de, em planên xwe yên kêmkirina bac, geşepêdana aborî û çareserkirina krîza enerjiyê cibicîh bikin daku xelk bikaribin fatûreyên elektrîk û gazê bidin.”

Îro Liz Truss wek Serokwezîra nû ya Brîtaniya dest bi kar kir.

Ew di demekê de ye ku rêjeya enflasyonê li Brîtanyayê gihiştiye %10 û tê pêşbînîkirin ku di 2023an de bigihe %13.

Truss soz daye ku pişta wan hejmaran bişkîne. Beşek ji Brîtaniyan ji wê sozê biguman in.

Elisabeth welatiyeka Brîtanyayê dibêje, “Ji aliyekî ve ez kêfxweş im ku careke din jinek dibe serkirde. Lê ji aliyekî din ve, ez xemgîn im, ji ber temenê Truss kêm e û ne xuya ye ku ew dê bikaribe rûbirûyê zehmetî û astengiyên li ber welat bibe.”

Truss ku di pêşbirkiya bidestxistina posta serokwezîrtiyê de li beramber Rishi Sunak serkeftin bidest xist, soz daye bacê kêm bike, sozek ku ji aliyê hinek ji Brîtanyan ve cibicîhkirine wê cihê gumanê ye.

Welatiyê bi navê James dibêje, “Ez dê şok bibin eger bibînim ku Truss dikare li gor geşbînî û dilxweşiya ku niha heyî bimîne. Ez biguman im ku bikaribe pirsgirêka kêmbûna gaz, xwarin û gelek pirsgirêkên din çareser bike.”

Di nûtirîn rapirsiya Peymangeha Yougov de derketiye ku ji %50ê kesên beşdarî rapirsiyê bûne, ji hilbijartina Truss bêhêvî ne. Ji sedî 33ê wan gelekî bêhêvî ne. Di nav her 10 endamên Partiya Muhafizekaran  de 4 ji wan bi hilbijartina Truss kêfxweş in.

Tevî pirsgirêkên navxwe, bi dehan krîz û milmilaneyên din ên cîhanê li pêşiya Truss in, ya herî xuya şerê Ukrayna û pêşketina Çînê.

Peywendiyên London û Brukselê, hevsengiya ligel welatên Komeleya 7an û guhertina keşûhewayê.

Piştî Margaret Thatcher û Theresa May, Liz Truss bû sêyemîn serokwezîra jin li Brîtanyayê û derbasî ofîsa hejmar 10 a cadeya Downing Street dibe.

Nayê zanîn ka ew dê paşerojeke xurt wek Thatcher li pey xwe bihêle yan jî wek Teresa May di nîvê rê de paş de gavan biavêje.