Sê rêxistinan ji Neteweyên Yekbûyî re behsa binpêkirinên li Efrînê kirin

06-08-2018
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Efrîn Binpêkirin Tirkiye Neteweyên Yekbûyî NY Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sê rêxistinên mafê mirovan, derbarê rewşa Erfînê ya Rojavayê Kurdistanê û binpêkirinên dijî xelkê wê de nameyek şandin ji Komîserê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî bo Mafên Mirov Zeyd Bin Reid re dû dibêjin Efrîn ji aliyê Tirkiyê ve hate dagîrkirin.


Her sê rêxistinên Desteya Kar bo Efrînê, Navenda Lêkolînê bo Lêkolîn û Rêxistina Mafên Mirovan a Sûrî (MAF), di nameya xwe de diyar dikin ku Efrîn wek beşek ji xaka Sûriyê ji roja 18ê Adara 2018an ve ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin.


Di nameya wan de Tirkiye wek dewleteke dagîrker hate pênasekirin û têde tê gotin ku divê li gor yasayên navdewletî erkên xwe pêk bîne.


Di nameya xwe de, her sê rêxistin, berpirsiyariya tevahiya binpêkirinên li dijî xelkê Efrînê tên kirin, mîna dizî, talankirin, girtin, revandin, veşartina bi zorê, îşkence û kuştinê dixin stûyê Tirkiyê.


Name herwiha diyar dike ku ji bilî hewqas binpêkirinan, tawanê koçkirina bi zorê û guhertina demografiya Efrînê û jinavbirina nasnameya wê ya Kurdî tê kirin û li gor nameyê, madeyên yasaya navdewletî vê tawanê wekî tawaneke li dijî mirovatiyê didin nasandin.


Her sê rêxistinên navborî daxwazê ji Komsiyona Bilind a Mafên Mirovan dikin ku 6 pêngavên bingehîn biavêje.


Yekem, damezrandina komîteyeke lêkolînê li ser binpêkirinên li dijî yasaya navdewletî ji aliyê Dewleta Tirkiyê ya dagîrker, grûpên çekdar, Rêveberiya Xweser a berê yan her aliyekî din ve.


Duyem, daxwaz ji Tirkiyê bê kirin, wek dewleteke endam di saziya navdewletî de, ku binpêkirin û tawanên xwe û grûpên çekdar yekser rawestîne û ji herêmê vekişe.


Sêyem, daxwaz ji Tirkiyê bê kirin ku tevahiya revandî û veşartiyên li cem xwe û grûpên çekdar azad bike.


Çarem, daxwaz ji Tirkiyê bê kirin ku danûstandina ligel dîlên şer li gor yasayên navdewletî bike.


Pêncem, daxwaz ji Tirkiyê bê kirin ku vegera ewle û bi selamet a sivîlên Efrînê garantî bike.


Şeşem, pêvajoya niştecîkirina malbatên Ereb li Efrînê yekser bê rawestandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst