Kongra Gel xwest Amerîka navberiyê bike

Navenda Nûçeyan - Serokê Kongra Gel Zubeyir Aydar dibêje bila ji bo sekinandina pevçûnan, Amerîka navberiya PKK û Tirkiyeyê bike.


Serokê Kongra Gel Zubeyir Aydar di hevpeyvînekê de li gel radyoya Dengê Amerîka, êrişên esmanî yên Tirkiyeyê li hember PKKê û peyvajoya aştîyê nirxand.


Zubeyir Aydar wiha got: “Pêvajoya aştiyê ne niha bidawî hatiye. Recep Tayyip Erdogan (Serokomarê Tirkiyeyê) maseyê pêvajoya çareseriyê di 15yê Adarê de quliband. Erdogan got; muzakere tune ye, mase tune ye, lijneya çavder û pirsgirêka kurd tune ye. Ji wê demê ve pêvajo xetimye.”


Aydar diyar kir, pêvajoya çareseriyê ji aliyê wan ve nehatiye sekinandin û ew dixwazin pêvajo bidome û wiha domand:

“Helwesta me diyar e. Ji bo pêvajoya çareseriyê bidome, pêwîst e Tirkiye gavan bavêje. Heger Tirkiye bi xwe gavên neavjê jî pêwist e dewletên bandora wan li ser Tirkiyeyê hene, bi taybet Amerîka û Yekîtiya Ewrûpayê helwesta xwe derbarê vê yekê de bidin nîşandan.”


Aydar helwesta Tirkiyeyê ya hember DAIŞê wek taktîk dibîne û dibêje tenê di gotinan de ye. Aydar herwiha got ku armanca rastîn a dewleta Tirkeyeyê kurd in.


Aydar bang li Amerîkayê dike ku di navbera PKKê û Tirkiyeyê de navbeynkariyê bike ku şer bisekine û peyvajoya aştiyê jinûve dest pê bike.


Serokê Kongra Gel got: “Şerê niha diqewime şerê Erdogan e, ji ber ku di hilbijartinê de kurd serketin û plana wî ya serokatiyê cih nehat. Ew bi vî şerî careke din dixwaze Tirkiyeyê bibe hilbijartinan. Em dixwazin ku Amerîka vê rastîyê bibîne û bi kurdan re rûne."