Otobusa geştyaran qulibî: 10 mirî, 42 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) – Li Brezîlyayê otobuseke ku geştyar tê de bûn qulibî, 10 kes mirin û 42 kes jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Brezîlyayê, otobusa ku ji bajarê Sao Pauloyê diçû Aparecida de Goianiayê li ser rêya sereke ya Francisco da Silva Pontesê qulibî.

10 rêwî li cihê bûyerê mirin, 42 kes jî birîndar bûn û rewşa 5an ji wan giran e.

Ji bo ku birîndar ji otobusê bên derxistin gelek wesatiyên îtfaiyeyê çûn cihê qezayê.

Rayedaran da zanîn ku geştyarên Katolîk ên ku qeza kiriye ber bi Dêrê Meryemayê ya Aparecidayê ve diçûn.