Girîngiya paqijkirin û bikaranîna ava pîsbûyî
Hewlêr (Rûdaw) - Nêzîkî %80yî ava pîsbûyî ya cîhanê bêyî ku bê paqijkirin bo nav jîngehê tê berdan. Ew %20ê ku tê paqijkirin tenê beşeke wê ya kêm bi kêrî wêya tê ku di cî de bê bikaranîn.
Paqijkirin û bikaranîna ava serşuştin, cilşuştin, hewzên avjeniyê û kargehên pîşesaziyê heta niha nebûne tiştekî ku bi berfirehî bê kirin, tevî ku ew ji bo parastina çavkaniyên hêja yên avê û kêmkirina bermayiyên zerardar, ji jîngehê re alîkar e.
Ava ku dubare tê paqijkirin, dikare ji bo destav, avdana zadan, paqijkirina rê û banan, makîneya firoke û cîhên pîşesaziyê bê bikaranîn. Û dikare bo xwezayê, heta bo ava vexwarinê bê veguhestin. Li Sîngapurê rojane ji ava qirêj nêzîkî 900 hezar lître ava paqij tê berhemanîn û ev jî %40ê pêwîstiya wî welatî dabîn dike. %30yê ava dubare tê paqijkirin li malan tê bikaranîn. Li herêmên ku çavkaniyên avê lê kêm in, bikaranîna avê wekî dewlemendiyeke girîng tê dîtin.
Paqijkirina ava pîs pêvajoyek e û destpêkê parzûnek hûrikên req ji avê vediqetî ne. Parzûna duyemîn tenê perçeyên piçûk, wek avê radike û bakterî, vîrus û madeyên kîmyewî ji holê radike. Herî dawî jî, mîkrobên ultraviyole paqij dikin, ku dibe ji parzûnan derbasbûne.
Ava şîrîn tenê %2.5ê ava cîhanê pêk tîne. Tevî wê ya ku bi awayekî serekî, ji ber astengiyên derûnî ava pîsbûyî li seranserê cîhanê weke pêwîst nayê paqijkirin, bikar anîna avê bûye pirseke jîngehî, komelayetî û aborî ya zêde girîng.