Talîban: Em nahêlin ji Efxanistanê êrîş bo ser Amerîkayê bên kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Danûstandkarê Talîbanê dibêje, ew rê danin ku axa welatê wan bo dijayetîkirina Amerîka û hevpeymanên wê were bikaranîn.
Suheyl Şahîn ji Dohaya paytexta Qeterê ragihand ku rêkeftina wan ligel Amerîkayê heye û Talîban pêbendê rêkeftinê ye ku nehêle axa Exanistanê ji aliyê ti kes û aliyan ve bo dijayetîkirina Amerîka û hevpeymanên wê were bikaranîn û got “Em rê jî danin ji welatê Efxanistanê êrîş bo ser berjewendiyên Amerîkayê li welatên navçeyê bên kirin.”
Derbarê tevlîbûna Talîbanê de bo nav proseya aştiyê, Şahîn got “Divê li Efxanistanê gotûbêja siyasî hebe, ji ber tenê bi gotûbêj û danûstandinê em dikarin bighin aştiyeke demdirêj, bi rêyên serbazî tenê serkeftinê bidest dixî, lê nikarî aştiyeke berdewam bidest bixî.”
Li ser gotegotên ku dibêjin eger Talîban desthilatê wergire nahêle jin bixwînin û kar bikin, Danûstandkarê Talîbanê Suheyl Şahîn got, baweriya Talîbanê bi mafê jinan ê xwendin û karkirinê heye.
Danûstandkarê Talîbanê Suheyl Şahîn wiha dibêje “Em Talîban hikûmeteke me hebû, sîstemeke wê ya baş a dadê hebû û mafê hemû kesî hebû berevaniyê li xwe bike. Niha jî ku hikûmet ne di destê me de ye, sîstema me ya dadweriyê ji ya Rêveberiya Kabulê ya heyî baştir e. Derbarê mafê jinan de jî baweriya me ew e ku mafê jinan ê xwendin û karkirinê heye. Derbarê rêkeftina me ya ligel Amerîkayê de jî, Tevgera Talîbanê di çarçoveya wê rêkeftinê de pêbend e ku rê nede ti kes û aliyekî axa Efxanîstanê dijî Amerîka û hevpeymanên wê bikar bînin ku hebûna wan li welatên derdora Efxanistanê heye. Divê li Efxanistanê gotûbêja siyasî hebe, ji ber tenê bi gotûbêj û danûstandinê em dikarin bighin aştiyeke demdirêj. Tu dikarî bi rêyên serbazî serkeftinê bidest bixî, lê nikarî aştiyeke berdewam bidest bixî.”