Perçeyên firokeya Rûsî ya windabûyî hatin dîtin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmên lêgerînê yên Rûsî perçeyên Firokeya N-26 a ku 28 rêwing têde bûn, dîtin ku li nîvgirava Kamchatka li rojhilatê Rûsyayê winda bûbû.

Ajansa Firokevaniya Rûsyayê ragihand, tîmên hawarçûnê perçeyên firokeyê li ser perava okyanûsa Aram dîtine, ji ber cografiya wê navçeyê, proseya lêgerînê zehmet bi rêve diçe.  

Firokeya Rûsî ya ji corê N-26, îro ji bajarê Petropavlovsk-Kamchatsky ber bi Palana birêketibû, û piştre peywendî li gel wê qut bibû.

Li gor berpirsên Rûsî, peywendiya bi firokeyê li navçeyeke 9 kîlometran dûrî firokxaneya Palana û berî deh xulekan ji veniştina wê qut bû.

Perçeyên firokeyê li navçeyekê hatine dîtin ku 4 -5 kîlometran dûr ji firokxaneyê ûli ser peravê ne.

Hikûmeta Rûsyayê ji bo dîtina firokeyê du helîkopteran û firokeyeke taybet dest bi lêgerînê kiribû.

Hêj sedema ketina vê firokeyê bi fermî nehatiye ragihandin, lê rayedarên Rûsî dibêjin, lêkolîn derbarê sedema bûyerê de berdewam in.