Xwebexşên Ukraynî bo artêşa Rûsyayê: Bixêr bên bo dojehê

Hewlêr (Rûdaw) - Hezaran welatiyên Ukraynî xwebexşane çek hilgirtine û tevî serbazên artêşa xwe rûbirûyê Artêşa Rûsya dibin. Li paytexta Ukryna, Kievê, wan bi drûşma “hun bi xêr bên bo dojehê”, pêşwazî li serbazên Rûsya kiriye.

Tax û kolanên Kievê bi têlbend, teker û hesinana hatine girtin, ji bo ku pêşveçûna Rûsyan asteng bike. Xelkê ku nikare yan naxwaze şer bike, di jêrzemînan de ne.

"Bixêr bên bo dojehê" ev nivîeke li ser dîwareke  li Kievê hate nivîsandin. Ev pêşwaziya Ukrayniyan e, ji Artêşa Rûsya re, li paytext. Bi hezaran serbaz û kesên xwebexş çek hilgirtine, amade ne ji bo berevaniyê di ber wan deveran de bikin, ku Zîlînskî wan bi "Dilê Ukrayna" binav dike.

Xwebexşek dibêje: “Em teqeyê dikin, tenê teqeyê dikin, teqe, teqe, teqe, mala xwe diparêzim. Tenê ewqas, asane.”

Xurtkirina sengeran li hemû Kiev tê dîtin. Ev yek di demekê de ye, li hemû bajarên derdora paytext şer giran bûye.  Bi nerîna xelkên wê derê, ew di dema bê de dibine armanc.

Gelek nivîs li ser dîwaran dibêjin, "Navçe bi mayinan hatiye çandin". Kolan bi têlbend, teker û hesinana hatine girtin, her tiştê ku bi nerîna Ukrayniyan wê pêşketina Rûsan dereng bixe, hatiye amadekirin. Deriyên beşê gelek ji odeyan hatine girtin, tevî embarên xwarinê û keresteyên bijîşkî û çek û teqemeniyan. Wiha diyar dike, artêşa Ukrayna li Kiev xwe ji bo şerê man û nemanê amade dike.

Xwebexşekî din jî dibêje: “Em ê biser bikevin û heta dojehê em ê wan biqewitînin.”

Gelek ji wan xelkên ku di jiyana xwe de, çek hilnegirtine, lê niha xwe neçar dibînin çekê hilbigirin.

Xwebexşek din jî got: “Berî çend rojan ez mamosta bûm, min karê makyajê dikir, bi xwendekaran re min kar dikir û min ew fêr dikirin bê çawa makyaj bikin. Her tişt aram bû. Tiştê dibihîsim ji min re asayî ye. Ti tirseke min nîne, di dilê xwe de hest bi tiştekî nakim."

Girtina Kieva paytexta Ukrayna armanca mezin a Rûsyayê ye, xelkê vê derê jî baş vê yekê dizanin.