Almanya - Mîtînga Taner Yildiz hat betalkirin
Navenda Nûçeyan – Almanya civîna Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz betal kir.
Biryar bû îro duşemî, Wezîrê Berê yê Enerjiyê yê Tirkiyê Taner Yildiz li navçeya Kelsterbach a eyaleta Hessen a Almanyayê kombûneke cemawerî li dar bixitibiba, lê belê hikûmeta Almanyayê rê bi lidarxistina wê kombûnê neda.
Li gorî agahiyan, biryar bû ew civîna Taner Yildiz a bi tirkên li Almanyayê re li salona Conference & Event Centerê û di saet 19:30î de bihatiba lidarxistin.
Ji ber betalkirina girêbesta kirêya salonê, civîna Yildiz birêve neçû.
Navenda Hemahengiya Hilbijartinan a AK Partiyê ya li Derveyî Welat aşkera kir, ew ji bo dîtina saloneke din dixebitin.
Hefteya borî Almanyayê civînên Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag û Wezîrê Aboriyê yê Tirkiyê Nihat Zeybekci jî betal kiribû