Kurdek bûye heval û şofêrê Serokwezîrê Holendayê

Hewlêr (Rûdaw) – Şeva sersala 2019an, Serokwezîrê Holendayê telefonê ji ofîseke taksiyên telefonî re dike û daxwaza takisyê dike, ew ofîs jî şofêrê xwe yê herî profesyonel û şîkpoş ku welatiyekî Kurd e û navê wî Dana Ebduselam e erkdar dike, lê îsal di sersala 2020an de Mark Rutte bi xwe rasterast telefonê ji wî welatiyê Kurd re dike û di şeva sersala îsal de jî Dana Ebduselam dibe şofêrê Serokwezîrê Holendayê.

Serokwezîrê Holendayê, Mark Rutte di helkevtên Krîsmis û sersalê de serdana malbat û xizm û kesûkarên xwe dike, ji ber wê jî bi taksiyan hatin û çûnê dike. Ew du sal e jî ku Mark Rutte ji bo serdanên xwe, şofêrekî Kurd vedixwîne.

Dana Ebduselam ku wek Dana Hesarî jî tê naskirin, ji Rûdawê re behsa çîroka naskirina Serokwezîrê Holendayê dike û dibêje: “Ez ji kompanyaya taksiya telefonî dixebitim, telefona min kirin û asrêsek dane min, gotin, serokwezîr bigihîne cihê diyarkirî.”

Dana ji sala 1996an ve ku wê demê temenê wî tenê 17 sal bûye, gihîştiye Holendayê û di sala 2001 de welatînemya Holendayê wergirtiye. Ew welatiyê Kurd ê Holendayê, ji sala 2007an ve jî şofêrê taksiyê ye û li kompanyayekê kar bike.

Dana behsa sedema hilbijartina taksiya wî ji aliyê kompaniyê ve ji bo veguhastina Serokwezîrê Holendayê dike û dibêje: “Ji ber ku serokwezîr kesê yekem ê welat e, kompanyayê hizir li wê kiriye ku şofêrekî taksiyê yê rêkûpêk, hem di aliyê reftar de û hem jî di aliyê lixwekirina cilûbergan de hilbijêre, herwiha taksî jî pak be, ew taybetmendî jî di min de hebûn û lewma jî kompaniyê ez hilbijartin.”

Dana derbarê xwe û serokwezîrê Holendayê de hemû tiştan aşkere nake, çimku gelek ji zanyariyan diçine xaneya zanyariyên kesî.

Piştî ku Serokwezîrê Holendayê serdanên xwe bi dawî tîne, Dana diçe wî tîne û di rê de bi hev re dest bi axavtinê dikin. Mark Rutte ji Dana dipirse ku xelkê kuderê ye, ew jî bersiv dide ku dibêje, “ez Kurd im û xelkê Herêma Kurdistanê me.” Dana dibêje: “Dema min got ez Kurd im, gelek kêfxweş bû. Yekser daxwaza hejmara telefona min kir û hejmara xwe jî da min. Êdî eger taksî xwestiba, yekser telefona min dikir.”

Mark Rutte ku sala 1967an ji dayik bûye, nezewicî ye û sala 2010 partiya wî Partiya Gel a Lîberal Konservatîv piraniya kursiyên parlamentoya Holendayê bidestxist. Rutte ji sala 2010 pê ve Serokwezîrê Holendayê ye, wek kesekî sade tê naskirin û gelek caran bi taksî, metro û yan bi bisîklêtan hatin û çûnê dike.

Dîdara dawî ya navbera Dana Ebduselam û Mark Rutte di şeva sersala îsal de bû. Vê carê jî Rutte bi xwe telefona Dana dike, daku wî bigihîne cihekî. Dana li ser wê yekê dibêje: “Şeva 31-12-2019 (Rutte) telefona min kir daku ez wî bigihînim cihekê, ez jî çûm. Piştî ku karê wî bidawî bû, min carin ew vegerande malê.”

Dana, welatiyê Kurd ê Holendayî dibêje, serokwezîr Mark Rutte otomobîla wî bi xwe heye, lê ji ber qelebalixiya cadeyan û tirsa ji şer û aloziya cadeyan, di şeva sersalê de taksiyê bikar tîne. Tevî ku Dana heya niha çend caran Serokwezîrê Holendayê bi taksiya xwe gihandiye cihê mebest, lê belê dibêje, ew li gel wî behsa siyasetê nake, çimku bi gotina Dana, siyaset ne karê wî ye.

Dana dibêje: “Ew pirs dike û ez jî bersiv diidm. Bi qasî ku dizanim gelek kêfa wî ji Kurdan re tê, çimku civaka Kurd li Holendayê gelek bê pirsgirêk in.”

Ji bilî Serokwezîr Mark Rutte, Dana bûye cihê bawerî û giringîdana hejmarek parlamenterên Holendayê jî. Dana bi xwe di vê derbarê de dibêje: “Heya niha min hatin û çûn bi hejmarek parlamenteran kiriye, bi taybet dema diçin bo hevpeyvînên televîzyonî.”

Dana nêzîk e ku bibe pira pêwendiyên navbera Mark Rutte û Kurdên Holendayê. Di şeva sersalê de Kurdekî niştecihê Holendayê karî bi rêya Dana xwe bigihîne serokwezîrê wî welatî.

Navê wî kesî Eyûb Kerkûkî ye ku xelkê Kerkûka Başûrê Kurdistanê ye û niştecihê Holendayê ye. Eyûb Kerkûkî dixwest derdê dilê xwe bigihîne Mark Rutte, lewma daxwaz ji Dana dike ku derfeta dîdareke li gel Rutte jê re berdest bike.

Eyûb dibêje: “Kek Dana şeva sersalê Mark Rothhe dîtibû, jê re gotibû mamekî min heye hez dike te bibîne, wî jî gotibû madem ew kes mamê te ye, wate mamê min e jî.”

Dema Eyûb dizane ku daxwaza wî ji aliyê Serokwezîrê Holendayê ve hatiye qebûlkirin, cilûbergên şîk li xwe dike, lê bi dîtina Mark Rutte şok dibe. Eyûb wê dîmenê wiha vedigêre: “Dema min temaşe kir, min dît kesek bi pantaloneke Jeans (qod) û pêlaveke sporê û cilûbergekî şepirze daket xwarê.”

Mark Rutte û Eyûb Kerkûkî li ber deriyê mala kurmamekî Rutte hev dibînin, çimku mala wî ya hikûmetê ye. Eyûb dibêje: “Mark Rutte ji Dana re gotibû, bila li ber deriyê mala kurmamekî min li benda min be heta ez têm, çimku mala min a hikûmetê ye û gelek pirsan dikin.”

Bi gotina Eyûb, mala kurmamê Rutte li kolanekê bû ku wek taxa Rehîmava ya Kerkûkê bû. Eyûb diyar kir: “Kek Dana û serokwezîr hatin, lê belê 3 xûlekan dereng hatin, sê caran daxwaza lêborînê kir, ji ber 3 xûlekan dereng mabû.”

Mark Rutte û Eyûb Kerkûkî, 9 xûlekan gûtûbêjê dikin. Eyûb amaje bi naveroka vê gotûbêjê dike û dibêje: “Armanca min ji dîtina serokwezîr ew bû ku behsa rewşa Kerkûkê jê re bikim, wî jî bi kêfxweşî guhdariya min kir.”

Eyûb herwiha dibêje: “Di nava axavtin û gotûbêjên me de, birêz Mark Rutte ji min pirsî ku gelo rewşa te li Holenda baş e, gelo ti pirsgirêkên te nînin, gelo tu ji Holenda û jiyana xwe ya li Holenda razî yî yan na, û min jî spasiya wî kir û min jê re got, heya hûn li ser kar bin, rewşa me baş e.”

Eyûb Kerkûkî tekez dike, sadeyiya serokwezîr Mark Rothhe ji bo wî gelek balkêş bûye, ku bêyî ti pasebanekî li kolanekê rawestiyaye û 9 xûlek dema xwe ji koçberekî re terxan kiriye.

Dema Dana Ebduselam, Mark Rutte vedigerîne cihê wî û dixwaze ku kirêya rê ji wî wernegire, Rutte qebûl nake û ji wî welatiyê Kurd re dibêje, “eger tu kirêya rê wernegirî, welatê min dê bibe cihê gendelkaran.”