Serokê Amerîkayê çawa tê hilbijartin?
Hewlêr (Rûdaw) - Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê her çar salan carekê tên kirin, ev xula 60emîn û dê 47emîn Serokê Amerîkayê were hilbijartin.
Hilbijartinên yekem ên Serokatiya Amerîkayê sala 1788an hatin kirin ku George Washington wekî yekem Serokê yekem ê Amerîka yên Amerîkayê hat hilbijartin.
Hemû hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê roja sêşema yekem a meha Çiriya Paşînê tên kirin.
Bi gelemperî, li Amerîkayê 2 cure dengdan hene, pêşwext û asayî.
Dengdana pêşwext 20ê Îlonê de dest pê kir û heta niha nêzîkî 80 milyon kesî deng daye.
Di nav wan de Serokê Amerîkayê Joe Biden û Cîgira Serok û namzeda Demokratan Kamala Harris jî hene.
Serok çawa tê hilbijartin?
Pêşbirka germ di navbera namzedê Komariyan Donald Trump (Partiya Sor) û namzeda Demokratan Kamala Harrisê (Partiya Şîn) de ye.
Li Amerîkayê 50 eyalet hene, her eyalet komek kesan dihewîne ku jê re koma hilbijartinan tê gotin, ji bo hêsankariyê em dê bîjin xal.
Xal li gorî nifûsa her eyaletê tên dayîn ku hemû eyaletên Amerîkayê xwedî 538 xalan e.
Wekî mînak, Kalîforniyayê ji ber ku 38 milyon û 970 hezar mirov lê hene, pileya herî bilind a xalan li xwe digire ku 54 e.
Wate nirxê her endamekî koma hilbijartinan 721 hezar û 666 kes e.
Eyaleta Wyomingê tenê xwedî 3 xalan e ku nifûsa wê 580 hezar 202 ye.
Wekî mînak heger Donald Trump li Kalîforniyayê 5 milyon dengan û Kamala Harris jî 5 milyon 1 dengî bi dest bixe, di vê rewşê de Kamala Harris dê her 54 xalan bi dest bixe û Donald Trump jî 0 xalî bistîne.
Dirûşma hilbijartinên Amerîkayê, “Serkeftî hemû xalan dibe” ye.
Namzedek ji bo ku 4 salan bibe serok pêwîstî bi 270 xalan heye.
Li gorî rapirsiyan, Trump niha 219 û Harris jî 211 xalan distine.
Tevahiya şer di navbera eyalatên ku yekalî nebûye de ye ku xwedî 108 xalan in.
Ji ber vê yekê ji bo bibin Serokê Amerîkayê pêwîstiya Trump bi 51 xalan û ya Harrisê jî bi 59 xalan heye.
Heger Trump 270 û Harris jî 269 xalan bi dest bixe wê demê Trump dê bibe Serokê Amerîkayê.