Donald Trump li Floridayê dengê xwe da
Hewlêr (Rûdaw) - Namzedê Partiya Komarî yê Serokatiya Amerîkayê Donald Trump li eyaleta Florodayê dengê xwe da.
Xelkê Amerîkayê îro diçin ser sindoqê û ji bo hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê dengê xwe dide.
Donald Trump tevî hevjîna xwe Melania Trump li eyalata Floridayê dengê xwe da.
Piştî dengdayînê Trump ji medyayê re axivî.
Trump îdia kir ku li gorî agahiyên ku bi dest xistiye ew "pir li pêş" e û diyar kir ku alîgirên Komariyan çûne ser sindoqan û dengê xwe dane.
“Alîgirên min ji tundiyê hez nakin”
Trump îdia kir ku ew gelekî li pêş e û wiha got:
"Ez dibihîzim ku em li her derê pir baş in. Ez difikirim ku em dê îro bibin xwedî serkeftinên mezin."
Donal Trump li ser pirsa “gelo heger serkeftî nebe dê encamên hilbijartinê qebûl bikî yan wiha got:
"Ez wan kesên vê yekê îdia dikin wekî dînan dibînim. Heger hilbijartineke adil pêk were û ez serkeftî nebim ez dê bibim kesê yekem ku ku vê qebûl bikim.
Meyla alîgirên min a tundiyê nîne. Ew ne alîgirên tundiyê ne. Ne hewce ye ku ez vê yekê ji wan re bibêjim. Helbet tundî çênabe.”
Namzeta Partiya Demokratan a Serokatiya Amerîkayê jî Kamala Harris e.
Hilbijartinên 60î yên serokatiyê tên kirin û kî bi ser bikeve dê bibe seroka/serokê 47an a/ê Amerîkayê.
Seroka/ê nû dê 20ê Kanûna Paşîn a 2025an sond bixwe û dest bi erkê xwe bike.
Donald Trump û hevjîna xwe Melanie Trumpê li Floridayê dengê xwe da#USAElections2024
— RudawKurdi (@RudawKurdi) November 5, 2024
📸 AFP pic.twitter.com/qpr52FjV4d