Fransayê grûpa tundrew a tirkî ya 'Gurên Boz' qedexe kir

Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Fransayê bi fermî grûpeke tirkên tundrew û nejadperest a bi navê “Gurên Boz” qedexe kir û bi wê yekê tometbar kir, ku “çavkaniya kiryarên tundûtîj û belavkirina kîn û nefretê” li Fransayê ne.

Berdevkê hikûmeta Fransayê Gabriel Attal roja Çarşemê ragihand, biryara qedexekirina grûpa Gurên Boz ku weke şaxeya lawan a Partiya Tevgera Netewperest a Tirkiyê (MHP) tên naskirin, di civîna heftane ya hikûmeta Fransayê de hatiye dan.

Hikûmeta Fransayê, wê grûpa tundrew a tirk, weke grûpeke “gelek tundûtîj, belavkirina gefên encamdana tundûtîjiyan” tometbar dike û dibêje, “kîn û nefretê li dijî desthilatdaran û ermeniyan” çê dikin.

Gabriel Attal, Berdevkê hikûmeta Fransayê li ser qedexekirina 'Gurên Boz' dibêje: “Me vê sibehê li Encûmena Wezîran hilweşandina grûpa Gurên boz ragihand. Grûpeke tûnûtûj e, naskirî ye bi bikaranîna çekan li dijî hêzên parastina ewlehiyê, herwiha bangewaziyê bo kîndarî û tûndûtûjiyê dike, bi taybet jî li dijî Ermeniyan, wekî çawa me cihê pencên wê di nîşanên sivkatiyê de li ser navenda Bîrweriya Niştimanî ya Ermenî li bajarê Dîsîn dîtin. Ev sêyemîn biryara hilweşandinê ye di nava 3ê hefteyan de, û bê guman emê di vê derbarê de berdewam bin.”

Qedexekirina wê grûpa tundrew a tirkî di demekê de ye, ku aloziyên navbera Fransa û Tirkiyê gelek zêde bûne û bi taybet piştî daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku gotibû, Serokê Fransayê Emmanuel Macron pêwîstiya wî bi çareseriya derûnî heye, ew jî piştî axaftina Macron ya piştî serjêkirina mamostayekî Fransî li ser behskirin û nîşandana karîkatorê pêxemberê Îslamê ji aliyê kesekî Misilman ve hat, ku gotibû nîşandana karîkatoran beşek ji azadiya derbirînê ye, ku nirxekî gel û hikûmeta Fransayê ye û Parîs dest ji nirxên xwe bernade.

Pêştir li ser çend mijarên din ên weke rewşa Lîbyayê û hewlên Tirkiyê yên li nav Deryaya Spî bo geryana li pey çavkaniyên enerjiyê û derbaskirina sînorê deryayî yê Yunanê, pêwendiyên navbera Parîs û Enqerê aloz bûbûn.