Nevada heta çend demjimêrên din encamên dengdanê ranagihîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsên wilayeta Nevada ragihandine, ew heta demjimêr 10ê sibehê bi dema wê wilayetê ku dike demjimêr 21:00 bi dema Hewlêrê, encamên hejmartina dengên hilbijartina serokatiya Amerîkayê ranagihînin.

Heta niha encama cudakirin û hejmartina %75ê dengan li wilayeta Nevada hatiye ragihandin û berbijêrê Demokratan Joe Biden bi cudahia nêzîkî 8,000 dengan li pêş Donald Trump berbijêrê Komariyan e.

Wilayeta Nevada, şeş kursiyên wê di encûmena hilbijartina serok de hene û eger Biden wan şeş kursiyan misoger bike, encama hilbijartinê yekalî dibe û dê bibe 46mîn serokê Amerîkayê.

Bi gotina berpirsên wilayeta Nevadayê, di çend demjimêrên bihê de, hejmareke zêde ya dengên ku roja Sêşem û Çarşemê bi rêya posteyê hatine dan, bên cudakirin û paşê dê encam bên ragihandin.

Li gor datayên ajansa Asociated Press yên taybet bi encamên hilbijartina serokatiya Amerîkayê, niha Joe Biden 264 kursiyên encûmena hilbijartinê (Electoral College) bidestxistiye û tenê pêwîstî bi 6 kursiyan heye, lê Donald Trump heta niha 214 kursiyên wê encûmenê misoger kirine.

Piştî 2004ê, ti berbijêrekî Komariyan nekariye şeş kursiyên wilayeta Neveda qezanc bike.

Sala 2016ê jî li wê wilayetê Trump bi cudahiyeke kêm li bermaber Hillary Clinton rastî şikestinê hatibû û îsal jî di dema kempînên hilbijartinê de, bi hûrî bala xwe dabû ser wê wilayetê.