Zaxarova: Hêj dema kongreya Sûçî diyar nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevka Wezareta Derveya Rûsya ji Rûdawê re ragihand ku heta niha dema lidarxistina kongreya Soçî ya taybet bi pirsa Sûriyê nehatiye diyarkirin.

 

Di daxuyaniyeke taybet bi Tora Medyayî ya Rûdawê de, Berdevka Wezareta Derveya Rûsya Mariya Zaxarova ragihand, ku heta niha roja birêveçûna Kongreya Diyaloga Niştimanî ya taybet bi pirsa Sûriyê nehatiye destnîşankirin, ku biryare li bajarê Soçî yê Rûsya birêve biçe.

 

Zaxarova herwiha got, ku heta niha amdekariyên kongreyê temam nebûne û tekez kir, dema ku amadekarî bi dawî bibin, dê Rûsya dema kongreyê eşkere bike.

 

Beî çend rojan, Wezîrê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov dabû xuyakirin, ku tevahiya aliyên opozisyona Sûriyê bo kongreya Soçî hatine vexwendin û gotibû; Serokê Sûriyê Beşar Esed jî piştevaniiya vê kongireyê dike.

 

Herwiha îro Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Ibrahîm Kalin da xuyakirin, ku Rûsya li ser daxwaza Tirkiyê sazdana kongreya Sûçî bi paş xistiye.