Belçîkayê bangî koçberan kir: Dê û bavên ku fêrî zimanê fermî nebin dê ceza bidin

Dusseldorf (Rûdaw) - Hikûmeta nû ya Herêma Flandersê ya Belçîkayê dê dê û bavên ku naxwazin xwe fêrî zimanê Flamaniyê bikin ceza bike.

Di peymana partiyên ku di hikûmeta nû de cih digirin de hatiye destnîşankirin ku dê û bavên ku Flamaniya wan ne baş e jî dê beşdarî kursên zimên bibin.

Li gorî lihevkirina aliyan, divê di nava salekê de herî kêm dê yan jî bav xwediyê belgeya beşdariya kursên ziman be.

Kesên ku vê yekê nekin dê alîkariya aborî malbatî ku ji bo bipêşveçûna zarokan a di dibistanê de tê dayîn nestînin.

Pereyên ku dê ji wan dê û bavan were birîn ji dibistanê re tê şandin an jî dewlet bi xwe ji zarokan re tiştên wekî wekî xwarin, cil û berg û pêdiviyên dibistanê dikire.

Di hilbijartinên Belçîkayê yên îsal de, hevpeymaniya rastgir a Hevpeymaniya Nû ya Flamanî bi ser ket.

Tedbîrên ji bo fêrbûna zimanê fermî di bin zexta wê hevpeymaniyê de ne.