ALMANYA - Dersînorkirina koçberên ku xwe spartiye dêran bû sedema bertekan

Dusseldorf (Rûdaw) - Almanya koçberên ku xwe spartiye dêran dersînor dike ku vê hefteyê koçberê yekem ji Hamburgê dersînorî Swêdê hat kirin.

Li Almanyayê dêrên Katolîk û Protestan, Partiyên Çep û Keskan ji ber ku polîsên Almanyayê vê hefteyê koçberekî 29 salî ji dêrê derxist û dersînorî Swêdê kir bi fikar in.

Dêr dibêje ku koçber pir nexweş bû û ji ber wê dêreke li Hamburgê xwedî lê derketiye.

Piştî ku daxwaza wî ya penaberiyê li Almanyayê hat redkirin, ji ber ku berê li wir daxwaza mafê penaberiyê kiribû û pencemora wî li wir hebû, ew dersînorî Swêdê hat kirin.

Li Almanyayê, dêr û saziyên olî yên Cihûyan xwedî wî mafî ne ku bi hincetên mirovî stargeheke demkî bidin koçberan heta ku dozên wan tên girtin û neçar dibin ku ji Almanyayê derkevin.

Li welatên din ên Ewropayê jî di navbera saziyên olî û dewletê de peymanên bi vî rengî hene lê ti ji wan bi qasî Almanyayê hembêz ji koçberan re venekiriye.

Hikûmeta Almanyayê diyar kir, dema ku polîs çûye koçber ji dêrê derxe, wî bi awayekî xwebexş hevkarî kiriye û tundûtûjî çênebûye.