Sea-Eye: Me îsal 659 koçber rizgar kirine

Hewlêr (Rûdaw) – Berdevkê Sea-Eyeyê Konstanze Schonê ji ragihand ku wan îsal heta niha li deryayan 659 koçber ji xeniqînê rizgar kirine.

Sea-Eye saziyekî mirovî ya Almanyayê ye û berdevka wê Konstanze Schonê bi rêya emailê pirsên Tora Medyayî ya Rûdawê bersivandin.

Konstanze Schonê diyar kir ku Sea-Eye sala 2015an hatiye damezirandin û wan ji wê demê vê zêdetirî 15 hezar koçberan rizgar kirine.

Sea-Eye ji sala 2015an ve zêdetir jî 70 carî di han û hawara koçberan çûye û tenê sala par 504 koçber ji xeniqînê rizgar kirine.

Astengên li pêşiya wan

Konstanze Schonê diyar kir ku hinek tedbîrên Yekîtiya Ewropayê karê wan ê rizgarkirina koçberan zehmettir û dikin.

Schonê got ku Îtalyayê sala 2023yan yasayek derxistiye û li gorî vê yasayê divê keştiyên ku koçberan rizgar dikin berê bi dam û dezgehên Îtalyayê re pêwendiyê deynin û koçberan li bendereke Îtalyayê peya bikin.

Li gorî ku Konstanze Schonê ragihandiye, ew dikarin piştî van karan di hana koçberên mayî herin û heke na eger heye ku Îtalya wan ceza bike û ev jî karê wan girantir dike.

“Bi şêweyekî bêserûber û dirinde tevdigerin”

Konstanze Schonê anî zimên ku parazvanên deryayî yên Libyayê li ser jiyana koçberan û tîmên rizgarkirinê metirsiyeke mezin çêdikin û got:

“Hinek caran bi şêweyekî bêserûber û dirinde tevdigerin û ev jî bûye sedema mirina xelkê.”

Li gorî amaran, Sea-Eye ji bo her karekî rizgarkirinê nêzîkî 250 hezar euroyî xerc dike û û sala 2023yan 2,5 milyon euro xerc kirine.  

Sea-Eye kar û xebatên rizgarkirinê bi wan pereyan dike ku bexşker û Wezareta Karên Derve ya Almanyayê didin wan.

Konstanze Schonê destnîşan kir, ew hinek caran rastî astengiyên qanûnî dibin û bi bîr anî ku Îtalyayê par dest danî ser keştiya wan a bi navê “SEA-EYE4” û wan keştiya xwe 120 rojî wernegirt.

Dadgehên Îtalyayê vê dawiyê biryar daye ku destdanîna ser van keştiyan ne qanûnî ye.

“Me tehdîd dikin”

 Lê Konstanze Schonê got ku metirsiyên li ser wan berdewam dikin û pê de çû:

“Sazî û dezgehên Îtalyayê me bi girtinê tehdîd dikin.”

Sea-Eya di karên xwe de hevkariyê bi saziyên wekî Alarmphone û Saziya Bijîşkên Almanyayê re dike da ku koçberan derman bikin û wan bigihînin cihekî ewle.

“Sedemên koçê ji holê rake!”

Konstanze Schonê bangî Yekîtiya Ewropayê kir ku ji dêlva piştguhkirina koçberan ji bo nehiştina sedemên koçê bixebite û berdewam kir:

“Em bangî Yekîtiya Ewropayê dikin ku ji dêlva piştguhkirina koçberan ve sedemên koçê ji holê rake.

Li deryayan rewşa koçberan heta niha jî gelekî zehmet û metirsîdar e.

Sala 2015an çawa bû, niha jî wiha ye. Bi hezaran kesan canê xwe ji dest daye.”

Li gorî amarên Saziya Navneteweyî ya Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (IOM), hejmara koçberên ku ji sala 2014an ve li Deryaya Spî xeniqîne yan jî winda bûne 30 hezar û 40 derbas kiriye.