Wezîrên Derve yên Amerîka, Çîn û Rûsyayê civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Antony Blinken diyar kir ku manorên serbazî yên Çînê ku Taywanê dikin armanc, di nav de mûşekên ku ber bi herêma aborî ya taybet a Japonyayê ve hatine avêtin, rapelîneke girîng e.

Blinken beşdarî Civîna Bilind a Wezîrên Derve yên Rojhilatê Asyayê bû ku li oteleke li Punom Pen a paytexta Kamboçyayê hat lidarxistin û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Derve yê Çînê Vang Yî beşdar bûn.

Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken piştî civînê ji rojnamevanan re axivî û piştî serdana Seroka Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi bo giravê, Çîn tawanbar kir ku bi ceribandinên mûşekî û tetbîqatên leşkerî hewl dide rewşa li tengava Taywanê biguherîne.

Blinken Blinken got “Çînê ji bo çalakiyên xwe yên leşkerî yên provokatîf li der û dora Tengava Taywanê zêde bike wê hilbijart ku li hember serdana Pelosi berteka tund nîşan bide û wê wekî hincet bikar bîne.”

Antony Blinken diyar kir ku manorên serbazî yên Çînê ku Taywanê dikin armanc, di nav de mûşekên ku ber bi herêma aborî ya taybet a Japonyayê ve hatine avêtin, rapelîneke girîng e û bal kişand ser wê yekê ku Amerîka piştî kiryarên xeternak ên Çînê bi Japonê re hevgirtineke xurt e.

Blinken di navbera 2-12ê Tebaxê de ji bo serdana Kamboçya, Fîlîpîn, Afrîkaya Başûr, Komara Demokratîk a Kongo û Ruanda derketibû gera gera Asya û Efrîqayê.

Wezareta Karên Derve ya DYA’yê diyar kir ku plana Blinken a ku bi Vang û Lavrov re yek bi yek bicive nîne.

Çînê bi hinceta serdana Seroka Encûmena Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi, li derdora giravê zincîre manorên leşkerî dabû destpêkirin.

Mûşekên rêberî yên ji aliyê Çînê ve hatin avêtin, li beşên bakur, başûr û rojhilatê giravê, li nêzî Taywanê ketin.