Li Swîsreyê firoke ket û 20 kes mirin

Navenda Nûçeyan – Li Çiyayê Alp a Swîsreyê firokeyeke geştê ket û di encamê de 20 sernişînên firokeyê de canê xwe jidest dan.

 

Duh danê nîvro komeke geştiyarên swîsreyî, ku dixwestin ji esmanan ve li Çiyayên Alpê binerin, bi keştiyeke core Ju-20 siwar bûn.

 

Li gorî zanyariyan firoke piştî 20 xulekan li Çiyayê Pîz Segnasê ket. Piştî bûyerê polîsan bi 5 helîkopteran li herêmê dest bi karên lêgerînê kirin.

 

Aliyên peywendîdar derbarê bûyerê de heta niha ti daxuyanî nedane lê li gorî çavkaniyên herêmî 17 rêwî bi tevê 3 karmendên firokeyê mirine.

 

Lêkolîna derbarê bûyerê de berdewam dike.